• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hillary Klinton pirtûkekê belav dike

Hillary Klinton pirtûkekê belav dike
Wezîra berê ya Amerîkayê Hillary Klinton hefteya borî nûtirîn pirtûka xwe bi navê “Bijardeyên Zehmet” belav kir ku bi dehên milyonên dolaran dahata wê hebû.

Bi dehan kes li ber pirtûkfiroşên bajarê New Yorkê bi rêz rawestiya bûn bo bidestxistina daneyekê ji pirtûka îmzekirî ya Hillary.

Pirtûka Hillary behsa ezmûna 4 salan ji kar di wezareta derve ya Amerîkayê de dike, ligel wê yekê jî çend nihêniyên taybet bi wê û Barack Obama belav dike, ku gellek caran kêşe ketine navbera wan bi sedema kişandina Amerîkayê ji Iraq û Afganistanê, herwiha pirrçekkirina opozisyona Sûriyê, ligel vê yekê jî dibêje Obama gellek caran rêz li nerînên wê girtiye.

Pirtûk ji 632 rûpelan pêk hatiye û bihayê wê 35 dolar e û yek milyon dane jê çap bûne.

Rudaw
Top