• Wednesday, 17 July 2024
logo

Lorîn Doğan: Carna bi dengên bajêr re digerim

Lorîn Doğan: Carna bi dengên bajêr re digerim
Lorîn S. Doğan, yekemîn nivîskara kurteçîrokan e li Bakur. Bi pirtûka xwe Kirasê Teng, bi çîrokên li ser rewşa jinan sala 2007 bal kişand ser xwe. Pirtûka wê ya duwemîn Destên Vala 2012 li Stenbolê derçû. Destên Vala, ji kurteçirokên li ser rewşa zarokên di bin metirsa şer de ne, pêk tê; zarokên ku ji dengê belafirên şer hew karin billîzin, zarokên ku xêzikan li dor niqutên xwînê yên li ser kolanan dikşînin, zarokên ku xemgîniya dê û bavê xwe deyax nakin, hewl didin ji wan re dê û bavitiyê bikin... Em bi Lorîn S. Doğan re li ser „Destên Vala“ û hin tiştên din axivîn.

H. Duzen: Lorîn, tu kêm dinivîsî û bi tevahî pêjna te kêm tê. Rast e?

L. S. Doğan: Rast e. Dema ez dixwazim çîrokekê binivîsînim, ez demeke dirêj li ser wê çîrokê difikirim û bi xwe re dikemilînim. Carna çîrokekê bi çend caran dinvîsînim. Ez hinekî bi kitekit dixebitim.

H. Duzen: Berê carnan me gotarên te dixwendin. Piştî Kirasê Teng em ji wan jî bêpar man.

L. S. Doğan: Ez bawer im, ji ber hişê min bi nivîsên ku wek kitêb wê bên çapkirin re bêhtir mijûl e.

H. Duzen: Naxwe hin nivîsên te yên amade hene, lê li hêviyê ne ku wek pirtûkekê biweşin.

L. S. Doğan: Belê, li ber destê min xebatên ku li bendî temamkirina xwe ne, hene.

H. Duzen: Berî ku Destên Vala derkeve jî, her dema ku mirov ji te dipirsî, te bi şêweyekî bersiv dida ku dihişt mirov li hêviya romanekê be.

L. S. Doğan: Roman an cureyeke din a edebiyatê dema xwe bi min bide nivîsandin an jî bi min re temam be, helbet wê derkeve. Lê ya rastî di vî warî de hê zû ye ez tiştekî bibêjim.

H. Duzen: Dema ku Destên Vala derçû jî, mirov digot qey, te projeya di nav destê xwe de daniye aliyekî, ji ber ku rewşa zarokan a dijwar hişt ku tu hin çavdêriyên xwe weke kitêbekê biweşîne.

L.S. Doğan: Ya rastî nivîskariya min ji projeyan zêdetir, bi derûniya min ve girêdayî ye. Yanî rewşa derûniya min atmosfera kitêbekê diyar dike. Beriya Destên Vala min gelek çîrok, nivîs nivîsandibûn. Dema min hemû li ber xwe raxistin, min dît ku gelek çîrokên cuda li ber min in û gelek ji wan jî li ser rewşa zarokan in. Wê demê, sala 2010’an roj nebû ku li ser zarokan bûyerek nediqewimî. Di warê girtin û kuştina zarokan de demeke dijwar bû. Wê demê vê yekê derûniya min gelekî serobino kir. Min ew çîrokên li ser zarokan ji yên din veqetandin û ez li ser wan xebitîm. Bi taybetî min xwest çîrokên kitêbê hemû li ser rewşa zarokan a li welêt be. Wekî ku hûn jî dizanin kuştina zarokan hê jî heye.

H. Duzen: Bi babeteke wiha giring û di dema xwe de Destên Vala derket, gelo çawa hat pêşwazîkirin?

L. S. Doğan: Baş hat pêşwazîkirin. Lê rastiyek jî heye… Bûyer û çîrokên ku di nav civatê de hê zindî ne, dema dibin berhem xwendevan dibêje, “jixwe tiştên ku em dijîn hatine nivîsîn„ Û ev fikir, di xwendina kitêban de gelek caran dihêle xwendevan sist tevbigere. Mixabin li civata me û li Rojhilata Navîn êş û mirin têgihên gelekî nas in. Lê tevî van hemûyan jî, di berhemekê de ji ‘‘çi hatiye nivîsîn’‘ bêhtir em li ‘‘çawa hatiye nivîsîn’‘ bialiqin, em ê bikaribin bi hesanîtîr heqê wê berhemê bidine.

H. Duzen: Şêwe û tevna çîrokên Destên Vala jî hesteke ku ew encama xebateke di ber re ne dide.

L. S. Doğan: Belê rast e, dema ez li ser Destên Vala xebitîm, ez li ser tiştekî din nexebitîm. Psikolojiya çîrokan ji bo min gelekî giran bû. Ji ber ku bi tevahî di hemû çîrokan de êşek, birînek heye û di vegotina van hestan de divabû li dewsa zarokekê bijîm, bileyizim, biaxivim. Bawer im çîrokên ku herî min êşandin jî ‘‘Du Birîn’‘, ‘‘Xêzikên Netemamkirî’‘ û ‘‘Çend Dilop Xwîn’‘ bûn.

H. Duzen: Destpêka çîroka ‘‘Du Birîn’‘ bala min kişand; mirov nearamiyekê hest dike. Tê bîra te di rewşeke çawa de te ev çîrok nivîsand?

L.S. Doğan: Di dema nivîsandinê de çîroka ‘‘Du Birîn’‘ min gelekî êşand. Ji ber jinek, zilamê wê winda ye û nizanê vê yekê wê bi çi gotinan ji zaroka xwe re vebêje. Bi şevan li ber xwe dide kazekaza zaroka di hembêza xwe de haş bike. Birîna wê dibe du birîn û pê re jî neçariya wê dijwartir dibe. Dawî jî dayîk ji bo zaroka xwe haş bike mecbûr dimîne çîrokekê li hev bîne. Ya rastî neçariya dayîkê bi şevan ez jiyam. Belkî ji ber hesta neçariya dayîkekê ji bo min nivîsandina wê dijwar bû.

H.Duzen: Xuya ye, çîroka her çîrokekê ji wan heye..

L. S. Doğan: Di nivîsandinê de her çîroka çîrokê heye… Lê ya rastî ez pir hez nakim çîroka çîrokeke xwe vebêjim. Weke ku ew çîrok di navbera min û pênûsê de tiştekî veşartî û sirek be, ez bi xwe re dihilînim… Erê çîroka çîrokê bandorê li atmosfer û vegotinê dike, lê her ku çîrok ji çîroka xwe ya rastî dûr dikeve û dibe ya nivîskar bixwe ew ber bi temambûnê ve diçe. Û bi vê yekê re nivîskar bi rêya berheman dest dide birînên mirovên ku qet nasnake û birîn, çîrok û êşên wî kesî/wê kesê dike yên xwe.

H. Duzen: Gelo heta radeyekê wêje, ne afirandina çîrokên fîktiv ji yên heyî ye? Te ev serpêhatiyên ji bo çîrokên te bûn bingeh çawa berhev kirin?

L. S. Doğan: Pirsa te çîrokeke Mark Twain a bi navê ‘‘Dîska Mirinê’‘ anî bîra min ku di demeke nêzîk de min xwend. Nivîskar li dawiya çîrokê wek nîşe nivîsandiye, ‘‘Bûyer di dema Oliver Cromwell de bi eynî awayî hatiye jiyan kirin’‘. Çîrokek dikarê ji deq û kêliyeke jiyanê hêzê bigire û ji çîroka rastî gelekî dûr jî be, an jî dibe ku wek çîroka hatiye jiyankirin jî bê nivîsandin. Ev tercîh ji çîrokeke serkeftî wê tiştekî kêm neke. Mesele vegotin e û di dema xwendinê de çîrok tevlî kêliya xwendevan dibe an na, bela xwe di xwendevan dide an na.

H. Duzen: An jî wek ku nivîskara Zagrebî Dubravka Ugresic ji min re gotibû, bê nivîskar hestên xwe tev li çîrokê dike an na. Ugresic, digot her çîroka xwe ez deh caran di mekîneya kincan de dişom, ji bo ez wê ji hestên xwe pak bikim.

L. S. Doğan: Û ya din ji berhevkirinê zêdetir bi salan min ew çîrok bi xwe re gihandin hevdu. Gelek caran ez notan digirim û ew tiştên ku piço piço dinvîsênim piranî atmosfera berhema ku ez ê binvîsênim jî diyar dike. Di kitêba Destên Vala de, gelek deq û dengên zaroktiya min, zarokên kolanan ên îro û xwendevanên min gihaştin hevdu.

H. Duzen: Diyar e, te ne xwestiye çîrokên ji bo zarokan binvîse, lê belê li ser rewşa zarokan…

L. S. Doğan: Belê, min ew çîrok ne ji bo zarokan nivîsandin. Çîrokên kitêbê hemû li ser rewşa zarokan a welêt e. Dawiya dawî çîrokên ji bo zarokan, cureyeke din ê edebiyatê ye. Ha xwendevan dikarê bipirse, „qey zarokên me tenê êş û tiştên nexweş dijîn“ Helbet na… Lê min xwest ev berhem jî weke şahidê hin birînan, li quncikekê li bendî gotina xwe be.

H. Duzen: Li bendî gotina xwe be?

L. S. Doğan: Her berhem dixwaze gotina xwe bibêje. Huner bi xwe gotine jî…

H. Duzen: Belê, temenê fîgûrên te nehatiye destnîşankirin. Di vê neeşkerekirina temênê zarokan de gelo armanceke te hebû?

L. S. Doğan: Jixwe dema xwendevan ji kitêbê çîrokekê dixwîne pê dihise, gelo ew zarok çend salî ye. Nizanim min pêwistî di destnîşankirina vê yekê de nedît.

H. Duzen: Carnan jî zarok di çîrokên te de dibin ‘‘dê û bav’‘. Wek mînak di „rojnivîska zarokekê“ de, kurê malê Botan gerîla ye, guhên diya wî her li ser dengên balafirên şer e, ku ber bi çiyayê kurê wê lê ye ve diçin. Bav jî her li ber televizyonê ye, li nûçeyan guhdarî dike. Zaroka malê neçar dimîne, ji bo ku diya wî bi dengê balafiran re nekeribe, dixwaze pembo ji dolabê bîne û bixe guhê diya xwe. Ev rewşa ku zarokan dike beşdarê dengê şer û dihêle ji dêvla dê û bav li wan miqate be ew li dê û bavê xwe miqate bin, bandoreke çawa li derûniya zarokan dike?

L. S. Doğan: Di wê çîrokê de ji mesela miqatebûnê zêdetir bi ya min rewşek heye. Rewşeke ku li dera şer lê hebe, ew dengê şer çawa tevlî kêliyên jiyana zarokekê dibe heye. Û di wê çîrokê de jî bi çavên zarokekê vegotinek heye… Li welatên ku zarok bi dengê şer re mezin dibin, ew deng tevlî leyistikên wan, kêliyan wan, hestên wan dibe… Mesela ev yek bandoreke çawa li derûniya zarokan dike, helbet ev jî mijara psikologan e.

H. Duzen: Di Kirasê Teng de di gelek çîrokan de rewşa jinan derketibû pêş. Piştî ku te pêdivî bi pirtûkeke li ser rewşa zarokan dît, te bi tevahî behsa zarokan kiriye. Gelo li ser zarokên keç ku di temenê biçûk de tên zewicandin tu çi difikirî?

L. S. Doğan: Helbet ez bi neyînî difikirim. Di temenê biçûk de keç ku hîna zarok in, divê neyên zewicandin. Û zewicandina zarokên keç divê neyê qebûlkirin.

H. Duzen: Par dema keçeke êzîdî ya 12 an 13 salî hate revandin, gelek kesan got, bi dilê xwe çûye, tu tiştê ku mirov bibêje tune ye. Tu çi dibêjî, zarok heta temenekî divê bên parastin, an ger ew bi dilê xwe tiştekî bikin, divê mirov rê li ber wan negire?

L. S. Doğan: Helbet divê zarok bên parastin. Gelo zarokeke 12 salî çiqasî dikare biryara zewacê bide? Ji bo ev yek pêk neyên, civatê di derbarê jinê de çi bingeh amadekirine û gelo zarokên keç çiqasî ber vî tiştî xistine? Heke di civatekê de di temenê 11, 12 salî de zewac pêk werin ya ku divê bê mûnaqeşekirin ne bîr û kirina wan zarokên keç bi xwe ye, lê bîr û hişmendiya wê civatê bi xwe ye.

H. Duzen: Ji bo nivîsê giringîya xwendinê çi ye?

L. S. Doğan: Xwendin hesta nivîsandinê li nivîskar geş dike û pê re jî, ji bo nivîskar teknîkên nû biceribîne dibe alîkar.

H. Duzen: Niha tu çi dixwînî?

L. S. Doğan: Herî dawî min romana Dorîs Lessing a bi navê „Deftera Zêrîn“ (Altın Defter) xwend. Niha jî kitêbeke bi navê „ji edebiyata dinyayê çirokên bijarte“ dixwînim.

H. Duzen: Rojên li Amedê çawa derbas dibin?

L. S. Doğan:. Ez karê mamostetiyê dikim. Hin demên min hene ku ez tenê dixwênim, kêm caran dinvîsênim. Carina bi dengên bajêr re digerim.

H. Duzen: Çûna mirovekî ji bajarekî carnan reseniya wî bajarî diguhere. Çûna rahmetiyê Arjen Arî çi bandor li dû xwe hişt?

L. S. Doğan: Çûyina Arjen Arî valahiyeke mezin li dû xwe hişt. Kolan û deverên bajêr ên ku şopên wî lê mane valahiyekê bi xwe re vedişêrin û mirov her bi wê valahiyê dihise… Piştî wî dema derdiketim nav bajêr min wilo hîs dikir ku hema wê di kolaneke bajêr de derkeve pêşberî min. Û ez bawer im ev hest bi gelek mirovan re çêbûye. Tiştekî seyr e ku kolanên bajarekî piştî çûyina mirovekî ewqasî dawa wî kesî bikin. Lê kolanên vî bajarî gelekî bêriya Arjen Arî dikin û wê her bikin… û li wan kolanan wê çavên me her lê bigerin. Carina ji min re wilo tê ku wê telefona min lê bixe, an ez ê lê bigerim û em ê cîvana qehweyekê bidin hevdu…

H. Duzen: Beri bi çend mehan hevaleke wî ya rojnameger hin wêneyên gora wî belav kirin. Kevirekî ku navê wî li ser jî nexuya bû. Gelo tu vê dema dawî çûyî ser mezelê wî, rewş çi ye?

L. S. Doğan: Qasî ez dizanim ji bo ku gorek bê çêkirin dive salek di ser re derbas bibe. Wekî tu jî dizanî heta salekê gor ditebiqe. Tevî zanîna vê yekê nizanim çima nûçeyeke wiha hat belakirin. Ez wilo texmîn dikim ku ev nûçe wê li xweşiya malbata wî jî neçûbe. Û niha gor hatiye çêkirin jixwe.

H. Duzen: Çi baş e ku hatiye çêkirin. Ew rojnameger, hevaleke rahmetî ye û gazinên wê ne ji malbatê bûn. Sipas Lorîn, ji bo ku te dema xwe ya bi nirx ji min re veqetand.

L. Doğan: Ez spas dikim.

Basnews
Top