• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Amsterdamê mûzîka Kurdî hat guhdarîkirin

Li Amsterdamê mûzîka Kurdî hat guhdarîkirin
Li Amsterdama paytexta Holendayê li Salona (Muziekgebouw aan’t ij) konsêrteka ji bo grûbên mûzîkî yên cîhanî hat rêkxistin, li ser navê Kurdistanê jî Grûpa Niştîman beşdar bû.

Festîvala Kulturan a Holendayê yek ji mezintirîn û navdartirîn çalakiya kulturî ye li wî welatî. Serperştyarê Grûpa Mûzîkî ya Niştîman Hejar Zehawî ji medyayê re ragehand ku bi alîkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybetî nûnertiya hikûmetê li Yekîtiya Ewropayê karîn li ser navê Kurdan beşdarî Festîvala Kulturan a Holendayê bibin.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji BasNewsê re got ku wan alîkariya grûba binavê Niştîman kiriye ku ew beşdarî festîvalê bibin û li ser navê Kurdan mûzîka hemu herêmên Kurdan pêşkêşî Holenda û dostên kurdan bikin ku wê derdora 90 hezar kes beşdar bibin.

Hêjayê gotinê ye ji sala 1948’an ve festîval tê lidarxistin û salane bi beşdariya navbera 70 bo 90 hezar kes beşdar dibin, konser, pêşangeh û karên hunerî têde tên pêşkêş kirin. Grûba Niştîmanî li ser navê Kurdistanê beşdar bû û heta saetekê stranên Kurdî ên hemu herêman pêşkêş kirin.

Basnews
Top