• Wednesday, 17 July 2024
logo

Helly Luv: Pêşmerge serwerî û serfirazî ye

Helly Luv: Pêşmerge serwerî û serfirazî ye
Hunermenda Kurd Helly Luv ku bi İngilîzî û cil û bergên Pêşmergeyên Kurdistanê stranan dibêje, lavê ji Xwedayê mezin dike ku Pêşmergeyên Kurdistanê biparêze.

Hunermenda Kurd Helly Luv ku klîba wê rekor şikand, li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Facebookê derbarê Hêzên Pêşmerge û rewşa niha ya hestyar de wiha nivîsiye: ‘’Pêşmerge wate serwerî, serfirazî, xweragirî, xoşewîstiya welat û xak û niştiman e, Pêşmerge man û neman e.’‘

Hunermenda Kurd Helly Luv derheqa Pêşmergeyên Kurdistanê de wiha dibêje: ‘’Kurdistan û Pêşmerge wek xwîn û laş, wek awaza tevlî xwîn û rihê hemû hevniştimaniyekî vî niştimanê me yê şêrîn û xweşik e.’‘

Helly Luv di beşeke din a peyama xwe de wiha nivîsiye: ‘’Di vê kêliya hestyar û nazik de ez yek bi yek slav û xoşewîstiya xwe bo hemû Pêşmergeyên qehreman û hêja re dişînim, lavê ji Xwedayê mezin dikim ku hemû Pêşmergeyên me biparêze, tirs, kuştin, teror û provakasyon dûrî welatê me bin.. Bijî Pêşmerge, bijî Kurdistan...’‘

Hêjayê gotinê ye berî niha Helly Luv wêneyekî dayika xwe yê bi cilê Pêşmergeyan belav kiribû û gotibû ku ew şanaziyê bi pêşmergebûna dayîka xwe dike.

Rudaw
Top