• Wednesday, 17 July 2024
logo

Balayî li Berlînê behsa rewşa rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kir

Balayî li Berlînê behsa rewşa rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kir
Dîrokzan û nivîskarê Kurd Ehmed Balayî di çarçoveya bernameya heftane ya Civata Rewşenbîriya Azad a Kurdên Berlînê de semînarek da.

Semînera ku hejmareke zêde ya rewşenbîrên Kurd tê de amade bûn, li ser rewşa rdebiyata kurdî û rolê rewşenbîrî û pêşveçûnên rewşenbirî li Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî li navçeya Behdînan axaftin hatin kirin.

Balayî da zanîn ku reşenbîrên heta niha bi dirustî peyama rewşenbîrî negihandine û got: ‘‘Sedem jî jiber ku rewşenbîrên me ketine jêr zextên aliyên siyasî û herwiha jêr bandora îdeolojî û siyasetên partiyên Kurdî.’‘

Ehmed Balayî di vê derbarê de ji BasNewsê re got: ‘‘Rewşenbîrên me bê berhemin. Lewra nikarin bi driustî peyama xwe bighînin. Rewşenbîr peyamnerekî rasteqîne yê navbera gel û desthilatê ye, divê rewşenbîr hemu berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên gel biparêzin, êş û azarên gel bighînin.’‘

Ehmed Balayî di destpêka semînara xwe de liser rolê rewşenbîrî û pêşveçûnên rewşenbirî li Başûrê Kurdistanê rawestiya û nêzîka 45 deqîqeyan li ser vê mijarê axifî. Di dawiya semînerê de amadevanan pirsyar ji Balayî kirin û wî jî bersiv da.

Hêjayê gotinê ye derdora 6 sal dibe Civata Rewşenbîriya Azad a Kurdên Berlînê hemî rojên Înê dicivin û bi awayeê bazneyî semînarên liser rewş û pêşhatên Kurdistanê, jîn û jiyara penaberên Kurd, civakî, çandî û hunerî pêşkêş dikin. Civat di sala 2008’an de ji aliyê hinek rewşenbîran ve hatiye damezrandin.

Basnews
Top