• Wednesday, 17 July 2024
logo

Heta 2018’ê pirtûkên dîjîtal cîhê kaxezê digrin

Heta 2018’ê pirtûkên dîjîtal cîhê kaxezê digrin
Li gor raporta saziya ’’Pricewaterhousecoopers’’ heta sala 2018’ê firotina pirtûkên dîjîtal ji ya pirtûkên kaxezî zêdetir dibe.

Li gor wê raportê, buhayê pirtûkên dijîtal ku yên dersan û rêber jî li xwe digire ji 380 milyon puondan digehe 1 milyar puond. Li gor heman raportê hatiye pêşbînî kirin ku firotina pirtûkên kaxezî nîv bi nîv dadikeve.

Saziya ’’Pricewaterhousecoopers’’ dibêje ku heta sala 2018’ê ji sedî 50 ya xelkê Brîtanyayê herî kêm kel û pelên taybet ên xwendina pirtûkên dîjîtal hene.

Pêşbîniya saziya ’’Pricewaterhousecoopers’’berovajî nerîna damezrênerê rêze marketên Waterstone Marketê ye ku pêşbînî dikir şoreşa pirtûkên dîjîtal di demeke nêzîk de namîne. Sala borî pir firoştirîn pirûka dîjîtal a Amozonê ku ji sedî 79’ê bazara Brîtanyayê di dest de girtiye romana ’’ Inferno' ya Dan Brown bû.

Basnews
Top