• Wednesday, 17 July 2024
logo

Nazirî: Ez şeydayê ferhenga Kurdî me

Nazirî: Ez şeydayê ferhenga Kurdî me
Hefteya borî li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Şehram Nazirî di konserekê de çend stranên Kurdî gotin û evna jî bû sedema nerazîbûna neteweperestên Îranê û bi awayekî tund êrîşî Nazirî kirin.

Hefteya borî li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî di konserekê de straneke Kurdî pêşkêş kir ku têde tê gotin: ‘’Min minalî Kurd Farisî neyzanim, bi zimanê Kurdî qezat wegiyanim - Ez zarokê Kurdim Farisî nizanim, bi zimanê Kurdî derdê te ji min re bê’‘. Ji ber vê stranê jî hejmarek malper û ajansên Îranê êrîşî wî hunermendê Kurd kirin ku qaşo bi gotina vê stranê hestê neteweyî yê xelkê xistiye tevgerê û qala cûdabûnê kiriye.

Piştî vê konserê gelek malper û neteweperestên Îranê bi tundî êrîşî Nazirî kirin û ew bi wê yekê tohmetbar kirin ku qaşo dixwaze nasyonalîzma Kurdî dijî Farisan teşwîq bike û herwiha gotina wê stranê jî wek dijayetîkirina Farisan anîn ziman.

Piştî çend rojan Şehram Nazirî bêdengiya xwe şikand û got: ‘’Evna helbesteke Kurdî ya qedîm e, naveroka wê bi tevahî evîndarî ye, lê hinek kes her dixwazin pirsgirêkan derxînin û dixwazin di nav ava pîs de masiyan bigirin, di vê helbestê de hîç tiştek wek ku ew qal dikin, nîne.’‘

Nazirî wiha dibêje: ‘’Ev helbestên wiha ji qedîm ve hene, di helbestê de şaîr dibêje ku ez Kurd im bi Farisî nizanim, lê bi zimanê Kurdî qurbana te dibim ku Fars e, eger baş berê xwe bidinê li dijî cudahî û neteweperestiyê ye, lê wan kesan bi mebest mijar mezin kirine.’‘

Nazirî tekez kir ku yên wî dinasin dizanin ku hunera wî ji bo hemû xelkê ye û wiha pêde çû: ‘’Di dewra nû ya karê xwe de du sal dibe berdewam vê helbestê dixwînim, kes nikare van tawanan bixe stoyê min, herdem min xwestiye ruh û hestê hunerî pêş bixim û ji bo hemû kesî be, lê ji ber hemû çavkaniya jiyana min ferhenga Kurdî bûye, xwezayî ye ku xwendina awazan bi zimanê Kurdî li ba min girîngtir e û xwezayî ye ku şeydayê ferhenga Kurdî bim.’‘

Şehram Nazirî, hunermendekî navdar ê Kurd e, 63 salî ye û li bajarê Kirmanşan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye, heta niha 40 albûm belav kirine, çend xelat wergirtine. Xelata Baştirîn Muzîka Îrfanî ya Cîhanê di sala 1997 de û Xelata Swarçakî ya Edeb û Hunerê ku hikûmeta Fransayê di sala 2007’ê de pêşkêşî kir, ligel Xelata Baştirîn Hunermendê Asyayê ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon dayê.

Basnews
Top