• Wednesday, 17 July 2024
logo

150 aktor û derhêner beşdarî festîvala Hewlêrê dibin

150 aktor û derhêner beşdarî festîvala Hewlêrê dibin
Di civîneke çapemeniyê de li Hotel Dîwan a Hewlêrê, Lijneya Amadekar a Festîvala Navnetewî ya Sînemaya Hewlêrê bernameya kar û çalakiyên xwe eşkere kir û ragehand ku di çend rojên dahatû de festîval tê saz kirin.

Di vê derbarê de Rêveberê Festhivalê Nasir Hesen got: ‘‘Sazkirina vê festîvalê dikeve çarçoveya kar û çalakiyên paytextbûna Hewlêrê wek paytexta geştyarî ya welatên Erebî û ji 30.05 heta 03.06.2014’ê berdewam dike, herwiha nêzîka 150 hunermend, sînemakar, derhêner û rewşenbîrên navxwe û biyanî beşdar dibin û yekem roj jî li hola mamoste Seid Ebdula ye.’‘

Di bernameya yekem roja festivalê de, rêzgirtina li beşek hunermend û sînemakarên Kurd û biyani ye ku çendîn sale di wî warî de kar kirine. Herwiha rojek jî taybete bi gerandina mêvanan ku hejmara wan li gor festîvalên berê gelek zêdetire.

Hesen ragehand ku ji ber pirsgirêka budceyê li Kurdistanê, festîval bi sponsoriya sektorên taybet ve birêve diçe, bêyî ku bandorek li ser budceya Herêma Kurdistanê bike û xwest karên wiha zêdetir ji aliyê sektora taybet ve bên kirin.

Nasir Hesen da zanîn ku biryar bû festîval di 05.05.2014’ê de bê saz kirin lê ji ber hinek sedemê taybetî bo 30.05.2014’ê hate guhertin û wiha axifî: ‘‘Fîlm dê li holên Mega Mall û Family Mall û Empayer bêne nîşan dan û her fîlmek dê sê caran were pêşan dan, da herkesek bikare wan .’’Dinava fîlman de 26 kurte film hene û ji wan 8 kurte film Kurdî ne.

Hesen derbarê girîngiya festivala fîlman a Hewlêrê de got: ‘‘Girîngî ne pêşandana fîlman û beşdariya sînemakaran e, lê beşdarbûna çendîn kesên bi ezmûne ku em dikarîn di paşerojê de sûdê ji wan werbigirin’’.

Hesen diyar kir ku mesrefa fesîvalê ji aliyê çend şîrketên taybet ve tê kirin û heta niha nizanîn çiqas hatine xerckirin. Li gor Hesen, ji ber pirsgirêkên maddî di festîvalê de kesek naye xelatkirin. Ji beşdarbûna zêde ya hevwelatiyan jî navbirî got ku ew hewl didin heqê bilêtan ji 10 hezaran kêmtir bikin.

Basnews
Top