• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li Diyarbekirê Pêşangeha Pirtûkan

Li Diyarbekirê Pêşangeha Pirtûkan
5’emîn Pêşangeha Pirtûkan ya TUYAP’ê li Diyarbekir destpêkir. Vekirina fûarê bi axaftinên nûnerên saziyên revebir û saziyên ku piştgiriya fûarê kirine destpêkir. 2’emîn Serokê Komeleya Weşangerên Tirkiyê Fahri Aral derbarê fûarê de agahî dan û got ku îsal ew dê rewşenbîrên Kurd-Osmanî Alî Emirî bibîrbînin. Ji bilî vê yekê Aral anî ziman ku îro rewşa weşanê li Tirkiyê ne baş e û sansûr li ser heye.

Hevserokê Komelaya Nivîskarên Kurd Mehmet Yılmaz di axaftina xwe ya bi Kurdi de diyar kir ku ev sed sale zimanê Kurdî di bin zilmê de ye û îro ewqas weşanên bi zimanê Kurdî didin xuyakirin ku ev zilm biser neketiye.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Gultan Kışanak jî di axaftina xwe de, got ku cudayiyek vê fuarê ji fûarên din heye û ew jî rengê wêyî demokratîk, piralî, azadîperwer ku hemû reng dikare xwe îfade bike. Kişanak bilêv kir ku ew dixwazin vê nêrîna li Amedê hatiyê pêkanîn li bajarên Tirkî wek Stenbol, Izmîr, Enqere, Trabzon û ên din jî berdêla xwe bibîne. Kışanak bi Kurdî jî wiha axifî; “Em hevîdar in ev fûar bi dewlemendî derbas bibe. Bi teybetî jî weşanên bi zimanê Kurdî werin pêş û eleqeya gel bibînin.”

Kişanak diyar kir ku îro Kurdî bûye zimanekî zanistî û li her derî tê bikaranîn û wiha pêde çû: ‘‘Evna bi tekoşîna salan pêk hatiye û her sal qelemên pêşketî di wêje û zimanê Kurdî de derdikevin holê. Eger em tevde ji bo weşanên Kurdî, çapemeniya Kurdî hewl bidin dê ev yek ji bo nivîskarên ciwan jî bibe alikar. Herwiha ev fûar ne ji bo Diyarbekir tenê ye, lê bala Kurdistanê tevde dikişîne ser xwe.’‘

Cîgirê Waliyê Diyarbekir Mehmet Demir jî di axaftina xwe de got ku eger qelem, eger kelam hebe li wir fikir, raman û aştî heye, ciyê ku qelem û pirtûk tune be li wir şer û pevçûn heye. Demir bang kir ku werin em çi bejîn bi qelem, bi pirtûk, bi fikir û bi raman bibêjin.

Piştî axaftinan beşdar bi hevre 5-mîn fûara pirtûkan vekirin û li fûarê geriyan.

Di 5’mîn Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê de, îsal nezîkî 300 weşanxana bi weşanên xwe yên nû beşdarî fuarê dibin. Di fuarê de ji bilî pêşkeşiya pirtûkan dê hevpeyvîn, gotubej jî werin lidarxistin. Xwendewan û pirtûkhêz dê derfetê bîbînin ku li gel nivîskaran werin cem hev û fikir û ramanên xwe parve bikin. Di fûarê de îsal jî piraniya weşanên Kurdî tên xuya kirin.

Fûar dê pênç rojan berdewam bike û 25-ê vê mehê roja yekşemê dê bi dawî bibe û her roj dê di navbera saet 10:30’ê sibehê heta evarî ji bo xwendevan û pirtûkhezan vekirî be.

Basnews
Top