• Wednesday, 17 July 2024
logo

Van Damme tê Hewlêrê

Van Damme tê Hewlêrê
Lîstikvanê navdar ê navdewletî Jean-Claude Van Damme tê Hewlêrê û beşdarî Festivala Navdewletî ya Sînemayê li Hewlêrê dibe.

Çavkaniyekî ji şirketa ku serpiriştiya festîvalê dike ji BasNews re got: “Festivala Navdewletî ya Sînemayê di dawiya meha dahatû de li bajarê Hewlêrê birêve diçe.”

Wê çavkaniyê diyar kir ku di festivalî de wê komek hunermendên mezin ên Hollywood û Bollywood beşdar bin û got: “Hunermendê navdar ên cîhanê Jean-Claude Van Damme bi fermî bersiva vexwendina festival daye û amadeyiya xwe aniye ziman da beşdarî festival bibe.”

BasNews
Top