• Wednesday, 17 July 2024
logo

‘Dirêjtirîn zilamê cîhanê’ dibe stêrka Hollywoodê!

‘Dirêjtirîn zilamê cîhanê’ dibe stêrka Hollywoodê!
Xortê kurd ê bi navê Siltan Kosen ku wek “dirêjtirîn zilamê cîhanê” tê nasîn û navê wî ketiye pirtûka rekoran a Guinessê, dibe lîstikvanê sînemaya Hollywoodê.

Dirêjtirîn zilamê cîhanê yê bi navê Siltan Kosen, ku bi bejna xwe ya 2.51 metir navê xwe xistiye pirtûka rekoran a Guinessê, ji aliyê senarîstê amerîkî yê bi navê Joshva Weigel ve hatiye vexwendin da ku di fîlmekê de bilîze.

Siltan Kosen, li gundê Dede yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bûye û destê wî 27.5 cm û piyê wî 36.5 cm e û ev 6 sal in nasnavê dirêjtirîn zilamê cîhanê parastiye, ew teklîf qebûl kiriye û dê sala bê bo kişandina fîlmê here Amerîka.

Derbarê vê yekê de Kosen wiha got: Ji bo min şans û derfeteke gellekî mezin e ku ji gundekî biçûk ê Mêrdînê herim Hollywoodê û di fîlmekê de rol bilîzim. Film dê meha Gulanê ya sala bê were kişandin. Ez pir kêfxweş im. Ew film dê ji aliyê yek ji derhênerên Hollywoodê yê bi navê Mark Ordeskî ve ku fîlma Efendiyê Gustîlan jî kişandibû, were çêkirin. Ez hêvîdar im ku bigihîjim xelatên xwe.”

Birayê Siltan Kosen, Hesen Kosen jî li ser vê yekê got: Min senarîst Joshva Weigel par li Amerîka nas kir û me ew vexwand Mêrdînê, hat mala me û ji vê yekê gellekî kêfxweş bû. dê senaryoyê binivîse û ji me re bişîne. Jixwe xeyalê herî mezin ê Siltan ew bû di fîlmekê de bilîze ew jî bû rastî.

Rûdaw
Top