Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin
![Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di mîtînga PDKê de stran gotin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/perwertatlisis-46262.jpg )
Duh danê êvarê PDKê li bajarê Zaxo mîtîngek li dar xist ku cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotirek pêşkêş kir.
Piştî gotara Barzanî, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises çûn ser dikê û stran gotin û peyamên aştiyê dan.
Yek ji dîmenên balkêş ew bû ku Şivan Perwer dema dît pasewanên Tatlises ketine bin milê wî û dibin ser didê li ser dikê daket û bixwe ket bin milê Tatlises û derbasî ser dikê kir.
Tê zanîn, Îbrahîm Tatlises sala 2011an li bajarê Stenbolê rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû, ji ber wê jî beşek ji laşê wî heta niha jî felc e.
Rûdaw