• Wednesday, 17 July 2024
logo

Pêncemîn Festîvala ‘Hewraman-Maço’ dest pê kir

Pêncemîn Festîvala ‘Hewraman-Maço’ dest pê kir

Duh, 5’emîn Festîvala ‘Hewraman-Maço’ ya Rewşenbîrî û Kulturî li navçewa Hewraman birêve çû û tê de çendîn kesayetî û hejmareke zêde ya xelkên navçeyê amade bûn.

5’emîn Festîvala “Hewraman-Maço” ku Duhî berî nîvro li bajarokê Biyare dest pê kir, dê heta sê rojan berdewam be. Di festîvalê de gelek çalakiyên hunerî û kulturî tên kirin.

Serpereştyarê Festîvalê, Eyûb Rustem ragehand ku çalakiyên yekemîn roja 5’emîn Festîvala Hewramasn-Maço wê gotara Malbenda Rewşenbirî ya Hewraman û çend dîmenên sema û dîlana jî bên pêşkêş kirin û got: “Piştî nîvro jî dê bi ahengeke vekirî yekemîn roja fesivalê bidawî bibe.”

Eyûb Rustem ragehand ku roja Şemî û Yekşemê li hola otêla Perêj li Silêmaniyê dê çend lêkolînên taybet li ser kultura Hewraman bên pêşkêş kirin û danê êvarî yê roja 27’ê mehê dê çalakiyên 5’emîn Festîvala Hewraman-Maço” bidawî bibin.

BasNews
Top