Hunermendê Kurd Adil Hiznî koça dawî kir
![Hunermendê Kurd Adil Hiznî koça dawî kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/44146image1.jpg )
Adil Hiznî ku yek dengbêjên navdar ên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, îro serê sibehê dilê wî sekinî.
Adil Hiznî di sala 1955an de li gundê Herem Şerro ê di navbera Qamişlo û Amûdê de ji dayik bûye. Ew derçûyê peymangeha navendî ya endazyariyê ye û 23 salan fermanberê dewletê bû.
Adil Hiznî ji malbateke hunerî ye û kurê dengbêjê navdar Hiznî ye. Adil 4 salan ligel hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Şêxo kar kiriye.
Rûdaw