• Wednesday, 17 July 2024
logo

Îbrahîm Tatlises: Ahmed Kaya rih û dilê me ye

Îbrahîm Tatlises: Ahmed Kaya rih û dilê me ye
Her du hunermendên navdar ên Kurd, Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises li bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê projeyeke niştecîbûn ava dikin.

Perwer û Tatlises di nav cemawerên bajarokê de behsa aştiyê û bihevrejiyana di navbera Kurd, Tirk, Eerb û Farisan de kirin û hêvî xwestin aştî li her derê belav bibe.

Îbrahîm Tatlises di axaftina xwe de diyar kir ku ew û Şivan her du ji Rihayê ne û kurmanc in.

Tatlises, hunermendê navdar Ahmed Kaya jî bi bîr anî û got “Ahmed Kaya rihê me ye û dilê me ye”.

Piştî ku axaftinên xwe bi dawî kirin, her du hunermendan bi hev re ew strana “Dayê Megirî” gotin a ku li bajarê Amedê bi beşdariya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibûn.

Li dawiyê, Îbrahîm Tatlises got “Înşallah wê Zaxo bibe parêzgeh”.

Rûdaw
Top