• Wednesday, 17 July 2024
logo

Li welatê Mexribê fîlmek li ser Mela Mistefa Barzanî tê nîşandan

Li welatê Mexribê fîlmek li ser Mela Mistefa Barzanî tê nîşandan
Di festival sînemaya Mexribê (Fas) de wê fîlmeke dêkomêntarî li ser xebata Mela Mistefa Barzanî, were pêşkêş kirin.

Rêveberê sînemaya Hewlêrê, Şaxewan Idrîs ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ev projeyek mezine ku fîlmeke dêkomêntarî behsa xebata Mela Mistefa Barzanî di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de.”

Irdîrs diyar kir ku ew çavlirê ne ku ew fîlma wan di wê festîvalê de xelatekê bidest bixe û got ku “Heta niha karên amadekirina wê fîlmê berdewam in.”

Ev gotinên rêveberê sînemaya Hewlêrê piştî wê yekê hat ku serokê festîvalê Ebd el-Hemîr ragihand ku “Bi hemahengî ligel şanda sînemaya Kurdî li Herêma Kurdistanê em rê keftin li ser amadekirina fîlmekê li ser xebata Mela Mistefa Barzanî da ku di wê festîvalê de were pêşkêş kirin.”

Festîvala sînemaya Mexribê roja 6ê meha Gulanê dest pêdike û heta roja 10 Gulanê berdewam dibe.

Rûdaw
Top