• Wednesday, 17 July 2024
logo

Hefteya sînemayê li Qamişlo dest pê kir

Hefteya sînemayê li Qamişlo dest pê kir
Bi slogana ji Kurdan re jî sînema û amadebûna dehan hezkiriyên sînema Kurdî duh li qesra Nûbela ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hefteya sînema Kurdî dest pê kir.

Di yekemîn roj a hefteyê de filmê (Li Iraqê Îzole) yê derhênerê Kurd Behmen Qûbadî û filmê zarokan yê kartonî bi navê (Reş û Spî) hatin pêşandan, di heman rojê de hunermend Mihemed Kakilo konserek da û şêwekara Sûriyê Etab Naim jî tabloyên xwe pêşan dan.

Derbarê vê çalakiyê dê Rêveberê Yaneya Qamişlo Selam Hesen ji BasNewsê re got: ‘‘Evna çalakiya yekemîne ku derheqa sînemaya Kurdî de li navçeyê tê kirin, herwiha em bi hêvî ne di vê yaneyê de Festîvala Sînemayê ya Navdewletî ya Qamişloyê were lidarxistin. Mebest jî ew e ku hezkiriyên sînemayê zêde bibin.’‘

Ji aliyê xwe ve Seroka Ofîsa Ragehandinê ya Yaneya Qamişlo Rojîn Mûsa jî wiha axifî: Armanca me ew e sînema Kurdî û derhênerên wê bi xelkê bidin nasandin, herwiha çanda neteweyên din were pêşandan.’‘ Derbarê filmê Behmen Qûbadî de jî Rojîn Mûsa got: ‘‘Ev film li ser du babetan hatiye çêkirin, li ser hezkirin û êş û azarên miletê Kurd di dema desthilatdariya Sedam Hûsên de.’‘

Mehmûd Mehmûd ku yek ji amadebûyê çalakiyê bû, derbarê vê çalakiyê de nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘‘Fikreke baş bû ku xelk girîngiyê bi sînemayê bidin û çanda sînemaya Kurdî di nav civaka Kurdî de belav bibe. Lê xwezî dema çalakiyê dest pê kir ne di dema karê hevwelatiyan de bûya.’‘

Hêjayê gotinê ye hefteya Sînemaya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Yaneya Qamişlo ve tê organîzekirin û heta 23’ê nîsanê berdewam dibe. Herwiha filmên hefteyê dê li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dêrik û Tirbespiyê werin pêşandan.

BasNews
Top