• Sunday, 24 November 2024
logo

Awazên Kurdî çavkaniya muzîka cîhanî ne

Awazên Kurdî çavkaniya muzîka cîhanî ne
Di govara Fransî ya taybet bi muzîkê “FaceKaka” de derbarê dîroka muzîka cîhanê de wiha hatiye nivîsîn: “Mezopotamya ew cih e ku Kurd lê dijîn û kevintirîn cihê cîhanê ye bo muzîkê.”

Dîroknasê Yunanî yê navdar, Gzenfon derbarî êrîşên Yunanistananê bo ser Îrana kevin û şikestina Kuruşê mezin li himber artêşa Yunanistanê de nivîsiye: “Dema vegera artêşa Yunanistanê bo Îrana kevin û pişçtî şikestina Artêşa Îranê li nav Kurdistanê, me dît ku Kurdan şahî û muzîka xwe lêdidan û di şer û pevçûnan de jî sûd ji saz û awazan wergirtine bo teşwîqkirina artêşa xwe, aşnayeke-naskirineke wî gelî ligel muzîkê hebû.”

Di “Ola Perdîwer” de ku kevintirîn pirtûka ola Yarsaniyan e, wiha li ser muzîkê hatiye nivîsandin: “Dema ku Xuda xwest can bixe laşê mirov de, can xwe di nav laşê mirov de nedigirt lewma Xuda ferman da Binjamîn da wî karî bike. Binjamîn piştre çend rojan muzîk bo can lêda da ku can xwe di nav laş de bigire.”

Horo, Moro û Siyaçemane, sê awazên resen û kevin ên Kurda ne, ew her sê ji yek çavkaniyê ne û yek rîtima wan jî heye û ew awaz hemû di destpêkê de bo spasiya AhuraMezda hatina lêdan. Hinek nêrîn çavkaniya Hore bo 7 hezar û bo serdema Zerdeştiyan vedigerînin.

Lêkolînerê Kirmanşanê, Reza Mewzûnî, dîroka Hore bo 6 hezar sal berî niha vedigerîne û dibêje: “Hevbeşiyeke berfereh di navbera Hore û meqamên Tembûrê de heye, bi taybetî meqamê Seherî heye û dibe ku dîroka Hore û Tembûrê bihev ve girêdayî be û Hore, Siyaçeman û More wek awazên dayik ji muzîka cîhanê re dide naskirin.”

Di prtûka “Muzîk û Îrfan, Sunneta Ehlî Heq” de wiha tê gotin: “Peyrewkarên Ahura Mezda (Gatakaniyan) bi awayê sirûd û awaz di nav (Atêşgehên) xwe de dixwînin, Yarsanî jî aheng û awazên xwe li Cemxane, perestgeha wan ya teybet, dixwînin, Hore jî şaxek ji wan awaza ne.”

Lêkolînerê Îranî, Hişmetulla Tebîbî jî wiha nivîsiye: “Hore, Terez, Siyaçemane û Beyt ji aliyê şêniyên rojavayê Îranê, wate Rojhilatê Kurdistanê ve tê lêdan ku ew wek resentirîn awazên Îranê tên zanîn.”

Navçeya Kirmanşan cavkaniya her sê awazên kevin ên Hore, Siyaçeman û More ye, bêguman em dikarin bêjin ew her sê awaz dayika muzîka cîhanî ne. Lêkolînera Fransî, Estark çavkaniya muzîka çiyayê Elp li Ewropayê û awaza Japonê jî bo awaza Hore û More yên Kurdî vedigerîne.

BasNews
Top