• Wednesday, 17 July 2024
logo

Kamkaran û Yehya ji bo nexweşên kanserê distirînin

Kamkaran û Yehya ji bo nexweşên kanserê distirînin
Grûba hunerî ya Kamkaran tevî hunermend Behcet Yehya li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê konsertan ji bo nexweşên kanserê lidar dixin.

Konser 29’ê Nîsanê destpê dike û Hoşeng Kamkar di vê derbarê de got: ‘‘Dê Grûba Kamkaran ligel Behcet Yehya du konseran li bajarên Silêmaniye û Hewlêrê bide û dahata her duyan ji bo zarokên nexweşiya kanserê ye.’’

Hoşeng wiha axifî: ‘‘Behcet Yehya jî bi çendîn stran û staylên nû stranan pêşkêşî gel dike.’’

Grûba muzîkê ya malbata Kamkaran nêzîka 50 sal beriya niha li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hesen Kamkar ve hat damezrandin û hemû zarokên xwe di wî warî de pêgehandin.

BasNews
Top