• Wednesday, 17 July 2024
logo

Sî û sêyemîn festîvala fîlman a Stenbolê dest pêkir

Sî û sêyemîn festîvala fîlman a Stenbolê dest pêkir
Sî û sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Stenbolê bi beşdariya zêdetirî 200 fîlm ji seranserê cîhanê dest pêkir.

Festîvala navdewletî ya fîlman a Stenbolê, bo cara sî û sêyemîn ji roja 5ê Nîsanê ve dest pêkiriye. Di festîvalê de ku bi beşdariya gellek hunermendên sînema û dildarên sînemayê tê sazirin, 230 fîlm tê de tên nîşandan.

Di festîvalê de fîlmên kurdî hene ku yek ji wan fîlman fîlma bi navê Mûsayê Bê Asa (gopal) a derhênerê kurd Aydin Orak e ku behsa jiyana Hz. Mûsa dike.

Rûdaw
Top