• Wednesday, 17 July 2024
logo

Şehrîban: Ez bi hunerê cîhadê ji bo neteweya xwe dikim

Şehrîban: Ez bi hunerê cîhadê ji bo neteweya xwe dikim
Hefteya borî hunermenda Kurd a navdar Şehrîbana Kurdî li Herêma Kurdistanê bû û beşdarî festivala Azadî û Newrozê ya Hewlêrê bû. Di serdanekê de bo BasNewsê, me karî vê hepeyvînê ligel Şehrîbana Kurdî bikin.

Şehrîban wiha dibêje: ‘‘Bi rastî ez bi hunerê cîdahê bo neteweya xwe dikim, ez dibînin ku ji bo welatê xwe şer dikim û bi kurtî ez hêza xwe di wê yekê de dibînim ku ez hunermendeke sergirtî me û ol nebûye astengiyek di rêya pêşketina hunerê de.’‘

Şehrîban eşkere kir ku TRT6 dixwest ew bernameyekê pêşkêş bike û got: ‘’Rênekeftina me li ser wê yekê bû ku me nedixwest di boneyên neteweyî yên Tirkan de bernameyekê pêşkêş bikin, bo vê mebestê jî TRT6 600 hezar Euro salane bom me xerc kir lê me qebûl nekir.’‘

Şehrîbana Kurdî dayika 4 zarokane, zaroka wê ya mezin jî dengê wê wek yê Şehrîban xweş e, lê dayik û bavên wê hez dikin ku di warekî din de kar bike, ji ber ku qurbaniyên ku wan bo hunerê dane nikarîne jiyanek baş bo zarokên wan peyda bike.

Bas: Ev serdana te ya duyemîne bo Hewlêrê, tu çi cudahiyek di anvbera sala 2008 û niha de dît?

Şehrîban: Ji bilî huner, muzîk û stranan, Hewlêr di hemû warên din de jî pêşketiye bi taybet di warê avedaniyê de.

Bas: Tu wiha nabîne ku niha gelek xelk berê xwe didin folklor, bi wê pîvanê ku xelk gelek ji berhemên te yên foloklorî hez dikin?

Şehrîban: Ev yek rast e, bi baweriya min jî hunermendên wek min gelek kêm mane ku girîngiyê bi huner û berhmên folklorî bidin. Ev yek jî nayê wê wataeyê ku me hemû tişt kiriye, belkî hê gelek maye em bikin, bo vê mebestê jî pêdiviya me bi hevkariyeke zêde heye heta em bikarin di vî warî de xizmetê bikin.

Bas: Tu ligel wê yekê ye ku berhemên folklorî bi awayekî nû bên gotin da nifşên nû jî zêdetir guhdarî bikin?

Şehrîban: Belê, li ser vê yekê jî ez ligel kemanjen Dilşad Seîd axivîm, ez ligel wê yekê me eger berhemên folklorî bi awayekî modern bên gotin, dibe ku ciwantir bibe, wek mînak: eger min guhdariya Meryem Xan, Kawês Axa, Mihemd Arif an jî Mihemed Şêxo nekiriba min niha nedikarî vê berhema folklorî bibêjim, ji ber ku ew bingeh in bo me.

Bas: Ew humermendên nemir ên te behsa wan kir, bûne sedema jidayikbûna hunermendeke wek Şehrîban, eger Şehrîban di meydanê de nema, bi baweriya te wê kesekî din cih bigire?

Şehrîban: Pêwîste em hunermend gelek berheman pêşkêş bikin û herwiha kesna jî perwerde bikin, eger em bixwazin ku em ocax kor nebin, eger na piştî 10 salên din eger em çûn kesî din namîne ku şûna me dagire, bo vê mebestê jî wek şexs ez amade me her keçeke Kurd ku bixawze alîkarî û piştgiriya wê bikim.

Bas: Hinek dibêjin navbera Şehrîban û Gulîstan nexweşe, evna heta çi astekê raste?

Şehrîban: Tiştekî wiha di navbera me de nîne, li Elmaniyayê Gulîstan serdana mala min jî dikir, eger li vêdê jî me serdana wê nekiriye tenê em pêdagirê dab û nêrîtên Kurdî bûn ku pêwîste yan me dawet bike bo bernameya xwe, yan jî me dawetî mala xwe bike bo xwarin yan qawe vexwearinê, eger ew jî bi vî erkî nerabûye em neberpirsyarin.

Bas: Tu ji aliyê TRT6 ve hatiye vexwenidn?

Şehrîban: Belê em hatin vexwendin û ligel rêveberê TRT6 jî rûniştin, lê em li ser bernameyê rênekeftin, ji ber ku wan dixwest Şehrîban bernameyekê pêşkêş bike û rênekeftina me li ser wê yekê bû ku Şehrîban nedixwest di boneyên neteweyî yên Tirkan de bernameyekê pêşkêş bike, bo vê mebestê jî TRT6 600 hezar Euro salane bom me xerc kir lê me qebûl nekir, dibe ku hin xelk bêjin Şehrîban ji ber zengîne ev pere qebûl nekirine, em jî ji wan kesan re dibêjin belê Şehrîban bi gelê xwe zengîne, ku hemû malê dinyayê li aliyekî ye û girîngiya mirov serbilind be di nav gelê xwe de li aliyekî ye.

Bas: Hicaba te nebû asteng li pêş karê te yê hunerî?

Şehrîban: Heta nih nebûye asteng û û bi hêviya xwedê di pêşerojê de jî nabe asteng.

Bas: Wate hicaba te ji hunerê girîngtire li cem te?

Şehrîban: Nexêr, bi rastî ez bi hunerê cîdahê bo neteweya xwe dikim, ez dibînin ku ji bo welatê xwe şer dikim û bi kurtî ez hêza xwe di wê yekê de dibînim ku ez hunermendeke sergirtî me û ol nebûye asteng di rêya pêşketina hunerê de.

Bas: Tu çi ji wan meleyan re dibêje ku guhdariya stranan heram dikin?

Şehrîban: Ez çi bêjim?! Ez stranên şreşgerî dibêjim, û tiştekî xirab nabêjim û eger mirov tiştekî xirab nebêje, çima herame ku xelk guhdarî lê bike.

Bas: Tu çi ji wan kesan re dibêje ku ji ber hicabê nikarin derbasî warê hunerî bibin?

Şehrîban: Ez ji wan re dibêjim bila li min binêrin, bi canekî şoreşgerî tiştekî bo welatê xwe bikin, ne xirabe.

Bas: Tu li çi hunermendekî ciwan ê Başûrê Kurdistanê guhdarî dike?

Şehrîban: Melek Rojhat, Zekeriya Ebdulla û Eyûb Elî.

Bas: Lê ji hunermendê kevin?

Şehrîban: Tehsîn Teha, Erdelan Zaxoyî, Gulbehar û Eyaz Yûsif.

Bas: Em gelek guhdarî hunermendên Bakurê Kurdistanê dikin, lê hûn hunermendên Başûrê Kurdistanê nasnakin, sedema vê yekê bo çi vedigere?

Şehrîban: Sedem zêdetir ji hev famnekirin e.

Bas: Tu Erebî dizanê û guhdarî stranên Erebî dikî?

Şehrîban: Hinekî, ji aliyê hunerî ve ez bêhtir guhdarî stranên Erebî dikim.

Bas: Lê starnên Tikrî?

Şehrîban: Kêfa min ji dengê Îbrahîm Tatlîses û Ceylan re jî tê, yên kevin jî gelek hene ez li wan guhdarî dikim.

Bas: Û stranên Farisî?

Şehrîban: Dengên gelek baş hene bi taybetî Muîn, ez li ahengeke wî ya li Stokholmê amade bûm.

Bas: Elbûma we ya dawî bi hevkariya Dilşad Seîd bû, ev çawa bû?

Şehrîban: Hevjînê min Dilşad li MEDTV dîtibû û pêşniyar kiribû ku CD ligel muzîka ciwan a Dilşad tomar bikin û em gelek kêfxweş bûn, di demeke nêzîk de wê karekî me yê din jî bi hevre hebe.

Bas: Stranên ku te li parka Şaneder pêşkêş kirin piraniya wan şoreşgerî bûn û kêfa hinek kesan ji stranên evîndarî re tê, ti projeyeke te bo vê mebestê heye?

Şehrîban: Ez bêhtir bi stranên şoreşgerî naskirî me lê ligel vê yekê di CD ya min ya nû de wê stranên evîndarî jî hebin.

Bas: Tu venagerê Kurdistanê, êdî çi Bakur be yan jî Başûr?

Şehrîban: Ez dixwazim vegerim, êdî her beşekî Kurdistanê be, lê zarokên min mijûlê xwendinê ne û her demekê xwendina xwe temam bikin wê demê dibe ku em vegerin Kurdistanê.

Bas: Çend zarokên te hene?

Şehrîban: 3 keç û yek kur.

Bas: Dengê wan xweşe?

Şehrîban: Dengê keça min ya mezin wek dengê mine, û niha pola 12 dixwîne.


BasNews (Hewlêr):
Top