• Wednesday, 17 July 2024
logo

Wênegirekî Amerîkî wêneyên Kurdistanê dike pirtûk

Wênegirekî Amerîkî wêneyên Kurdistanê dike pirtûk
Wênegirê Amerîkî William Carter, di sala 1965’ê de bi rêya Lubnanê hatiye Îraqê û piştre bi qaçax xwe dighîne Başûrê Kurdistanê û rêberê Kurd Mela Mistefa Barzanî dibîne û çend wêneyan ligel digire.

Carter di heman salê de çend wêneyên Barzanî û pêşmergeyên Kurd di kovara Life a Amerîkî de belav dike, herwiha herî dawî pirtûkek ji wêneyên xwe ya bi navê ‘’Causes and Spirits’’ weşandiye ku glek wêneyên Kurdistanê têde cîh digrin.

Xweza û bi taybet çiyayên Kurdistanê bala Carter gelekî kişandiye û wan dişibîne çiyayên Swîsrayê. Carter dibêje: ’’Di vê rêwîtiyê de ji bo min derketiye ku Kurd gelek ji Fars, Ereb û Tirkan cuda ne.’’ Carter ku jenyarê muzîkê ye jî, derbarê pêşmergeyan ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bedelan didin dibêje: ’’Pêşmergeyan ji min xwestin ku ji Amerîkayiyan re bêjim çekên nû ji bo wan bişînim.’’

Carter wiha diaxife: ’’Niha jî gelek kes wiha dizanin ku ez ji bo CİA’yê kar dikim û wan ez şandime Kurdistanê, lê ez wênegirekî azad bûm û li ser daxwaza kovara Life çûme Kurdistanê.’’ William Carter aşkera dike ku demeke zêde hêzên Sawaka Îranê li pey wî bûn û xwestine wî bikujin.

Basnews
Top