• Wednesday, 17 July 2024
logo

Lêkolerê Kurd Kilîmulah Tewehudî hat xelatkirin

Lêkolerê Kurd Kilîmulah Tewehudî hat xelatkirin
Hat ragehandin ku navenda Îbrahîm Ehmed xelata zêrîn a îsal pêşkêşî nivîskar û lêkolerê Kurd yê Xorasanê Kilîmulah Tewehudî kiriye.

Navenda Kulturî ya Îbrahîm Ehmed her sal di salroja wefata wî de xelata salê pêşkêşî kesê/a hilbijartî dike. Îsal di 13’emîn salvegera wefata Îbrahîm Ehmed de bi beşdariya nivîskar, lêkoler û hezkiriyên kultur û edebiyatê merasîm hat lidar xistin. Xelat li ofîsa Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê hat pêşkêş kirin.

Tewehudî nivîskar û lêkolerê Kurd e, ku herî zêde bi pirtûka çend cildî ya derbarê koça dîrokî ya Kurdan bo Xorasanê tê naskirin.

Basnews
Top