8mîn festîvala Hewlêrê destpê kir
8mîn festîvala Hewlêrê bi coşeke mezin destpê kir.
duh li Hewlêrê bi coşeke mezin û bi beşdariya çendîn tîmên hunerî û çandî yên cîhanî 8mîn festîvala Hewlêrê destpê kir.
Di destpêka merasima destpê kirina festîvalê de sirûda netewî ya Ey reqîb hate xwendin û pişt re jî Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî peyvek pêşkêş kir û behsa girîngiya festîvalê û herwiha pêşkeftinên heyî yên li Hewlêr û Kurdistanê de kir.
Piştî bi dawî hatine gotara Parêzgarê Hewlêrê festîval bi çalakiyên curbicur dom kir.
Biryare ev festîval weke her sal heta şeva 20 Adarê bidome.