• Wednesday, 17 July 2024
logo

Dilniya vedigerê strana gelerî

Dilniya vedigerê strana gelerî
Dilniya Qerdaxî albûmeke stranan amade dike ku ji 10 stranan pêk tê û tevaya stranan jî gelerî ne.

Dilniya di vî warî de ji Rûdawê re ragihand: "Min tevaya stranan ligel dengê tijî hest ê tembûrê tomar kirine, da ku guhdêr hest bi deng bikin, ji ber ku ez hest dikim heta niha dengê min ê rasteqîne negihiştiye guhê xelkê."

Dilniya gazinê ji wê yekê dike ku niha guhdana bi strana gelerî lawaz e, lewma wê hewl daye wan nû bike, da ku nemirin.

Rudaw
Top