1001 Sêva Taha Kerîmî beşdarî du festîvalan dibe
![1001 Sêva Taha Kerîmî beşdarî du festîvalan dibe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/sev98.jpg )
Rêveberê ragihandina giştî yê fîlmê ’’Hezar û Yek Sêv’’, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Fîlmê 1001 sêv pêşî derbasî welatê Polonyayê dibe û beşdarî13’mîn festîvala Watch-Doc a ji bo mafê mirovan dibe û piştre diçe Dubaiyê û beşdarî ’10’mîn festîvala Fîmlên Dubaiyê’’ jî dibe.
Fîlmê navbirî heta niha di sê festîvalên navneteweyî de wek baştirîn fîlmê belgesel yê sala 2013’an du xelatên girîng bi dest xistine .
Fîlmê ’’Hezar û Yek Sêv’’ berhema derhênerê ciwan ê Kurd, Taha Kerîmî ye ku çîroka Enfal û Sêva mêxekrêj vedibêje û bi hevkariya Rêveberiya Rewşenbîrî ya Germiyan û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyên Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin û navê wê ji ’’sêva Mêxekrêj’’ hatiye.
Kerîmî çend meh beriya niha di bûyera tirafîkê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.