• Saturday, 29 June 2024
logo

Pêşbirka stranbêjiyê “Kurdiş idol” li Kobanî

Gulan Media November 28, 2013 Hunerî
Pêşbirka stranbêjiyê “Kurdiş idol” li Kobanî
Piştî ku pêşbirkên ”American idol” û “Arab idol” bi dawî bûn, Saziya Beyanî ya Çand û Hunerê pêşbirkek ji bo piştgirî û pêşxistina behreyên hunerî yên stranbêjiyê bi navê Kurdiş idol li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê vekir.

Berpirsê Saziya Beyanî Adil Mihemed derbarê pêşbirkê de got “Me ev bernameya çêkir, armanca me jê ku em behreyên veşartî li cem xort û keçikan derxin, ji ber ku herkes xwe li mala xwe veşartiye, nikare xwe pêş bixe, kesên ku piştgiriya wan bikin tunene, bi navê saziya Beyanî em bi vê çalakiyê rabûn”.

Vekirina pêşbirka Kurdiş idol ji keç û xortên ku dixwazin behreyên xwe yên stranbêjiyê pêşbixin re, bû derfetekê ku li ser destên mamostayên akadîmî xwe fêrî hunera stranbêjiyê bikin.

Rênas Hemî yek ji beşdarên pêşbirkê ye û dibêje “Min ji berê de saz dikir, ango behreya min hebû, min dixwest ez pêşkevim, zanibim û waneyan li ser stranan bistînim, derket di Kobanî de bernameyek çê bûye, saziya Beyanî çê kiriye”.

Herwiha Nîrûz Xelîl ku ew jî yek ji beşdarên pêşbirkê ye derbarê beşdaiya xwe de dibêje “Dema ku min bi pêşbirkê bihîst, ez di cih de hatim vir û tevlê bûm, ez bangê li her kesî dikim bi taybetî keçik, bila xwe pêş de bixin”.

Hin hunermend û mamostayên muzîkê yên Kurd jî ji aliyê xwe ve xwedî li pêşbirka Kurdiş idol derketin û xwestin ku alîkariya pêşbirkvanan bikin û wan di rêyeke zanistî re fêrî stranbêjiyê bikin.



Hunermendê Kurd Reşîd Sofî ku di pêşbirkê de mamosta ye dibêje “Him hest di mûzîkê de heye, û him jî di eynî wextê de zaniste, ne wekî tiştên din ku tenê zaniste, hest roleke pir mezin tê de dilîze, em hêvî dikin ku ev nifşê nû derdikeve, ev behreyên wisa, bîtir li ser xwe kedê bibînin û bixwînin, wê tiştek ji wan derkeve”.



Tevî raman û şêweyê Kurdiş idol kevine û pir caran di nava gelên cîhanê de hatiye dûbarekirin, lê ew li Rojavayê Kurdistanê û herêma Kobanî ji bo behreyên hunerî cara yekemîne ku çê dibe û serpêhatiyeke nûye

Rudaw
Top