• Saturday, 29 June 2024
logo

Keçeke Kurd di mîhrîcana karîkatoran de bû yekem

Gulan Media November 24, 2013 Hunerî
Keçeke Kurd di mîhrîcana karîkatoran de bû yekem
Li Îtalyayê di mîhrîcana karîkatoran a navnetewî de bi navê “Fokusek ji bo aştiyê” keçeke Kurd a karîkatorîst bû yekem.

Di mîhrîcana navnetewî ya bi navê “Fokusek ji bo aştiyê” de ku li Îtalyayê hat li darxistin, hunermenda karîkatorîst a Kurd Perûy Mihemedî (17) ku xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, di beşa karîkatorê de pileya yekem bi dest anî.

Perûy Mihemedî li bajarê Sine ji dayîk bûye û heta niha beşdarî 7 pêşengehên komên Sine bûye û berhemên wê li 5 pirtûkxaneyên navnetewî û navxwe belav bûne. Mîhrîcana Fokusek ji bo Aştiyê ji aliyê Akademiya Aştiyê a Îtalyayê ve tê li darxistin.

Bas
Top