• Saturday, 29 June 2024
logo

Şivan Perwer û Sezen Aksu bi hev re konserekê saz dikin

Şivan Perwer û Sezen Aksu bi hev re konserekê saz dikin
Hunermendê kurd Şivan Perwer û hunermenda Tirk Sezen Aksu Newrozê bi hev re konsereke aştiyê saz dikin.

Li gor nivîskarê rojnameya Radîkal a Tirkiyê, Omer Şahin; Şivan Perwer û Sezen Aksu li Hewlêr an jî Amedê konsereke aştiyê bi hev re saz dikin. Biryare vê heftiyê bê yekalîkirin ku wê konser li Hewlêr an jî Amedê bê saz kirin.

Piştî hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyê di navbera rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Tirkiyê de, li Tirkiye û Kurdistanê hewayekî aştiyê peyda bûye.

Nivîskar Omer Şahîn di quncika xwe ya îro de behsa wê yekê dike ku wê Perwer û Aksu bi çepikên bi hezarn kesî derbikevin ser dikê.

Wê stranên kurdî û tirkî bi hev bêjin û peyamên aştiyê bidin.

Bajarê tê gotin wê konser lê bê dayîn jî Amed e. Ji ber ku berî niha Şivan Perwer diyar kir ku hê biryar nedaye vegere welat, wekî alternatîf Hewlêr hatiye hilbijartin.

Rudaw
Top