• Saturday, 29 June 2024
logo

Tehran: Kurdekî xelata Yekem bidest xist

Gulan Media February 26, 2013 Hunerî
Tehran: Kurdekî xelata Yekem bidest xist
Li Tehranê, Kurte Fîlma derhênerê Kurd, xelat yekem a festîvala neteweyî û navneteweyî wergirt.

Nûçegihaniyên Îranî bilav kirin ku, kurte fîlma “Çîden Sipîde dem” (Jêkirina ber bi Sibêdê) li nivîsîn û derhênana “Têymûr Qadirî” xelata heftimîn a festîvala neteweyî û navneteweyî a “Pervîn Êtisamî” bidest anî.

Ev kurte fîlma ku li heyamê 15’deqeyan hatiye çêkirin û serpêhatiya zarokekî gundî ku jibo peyda kirina hewalê xwe rûbirûyê gelek arîşe û pirsgirêkan dibe.

Fîlm hilgirtina berhema han ji ustoyê “Saman Husên Pûr” û her wiha “Metîn Êbadî”, “Eta Qadirî” û “Qanie Qadirî” wek ekter di fîlmê de listine.

Kurte fîlma han berêjî 9’xelatên navxweyî û derveyî bi dest xistibûn.

Têymûr Qadirî di sala 1991’an li bajarê Kamiyaran a Kurdistana Rojhilat jidayîk bûye û xwendina xwe li ser çêkirin û nivîsandina fîlmnameyan li zanîngeha “Darelfinun”tewav kiriye.

Jêder: Kurdpa
Top