Li Rojavayê Kurdistanê Yekemîn Ajansa Nûçeyan Vebû
Di salên 1930’an de, li Rojavayê Kurdistanê ji mala Mîr Celadet Bedirxan ragihandin bi Kovarekî hat destpêkirin. Piştî Kovarê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin bi rengên cuda hat meşandin.
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekemîn Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hat avakirin, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) di 1 Adarê de fermî dest bi weşana xwe dike. Ajansa Nûçeyan a Hawar bi zimanê Kurdî, Erebî û Îngilîzî dê weşana xwe bike. Navnîşa Ajansa Nûçeyan a Hawar (www.hawarnews.com) e.