• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Amedê 1’emîn Atolyeya Felsefeyê ya Kurdî hate avakirin

Gulan Media February 18, 2013 Hunerî
Li Amedê 1’emîn Atolyeya Felsefeyê ya Kurdî hate avakirin
Komeleya Felsefeyê ya Amedê, yekemîn atolyeya xwe bi kurdî da destpêkirin. Nivîskar Rênas Jiyan, di atolyeyê de diyar kir kurd ne tenê bi teşkîlata asayîşê, polîs û dadgehan hatine bindestkirin û her wiha bi alavên îdeolojîk ên dewletê jî hatine dorpêçkirin. Jiyan, got ji bo azadiyê divê hemû kurd xwe biêşînin û felsefeya xwe bi destê xwe ava bikin.

Yekemîn Atolyeya Felsefeyê ya bi kurdî li Salona Yekemîn a Sumer Parkê, bi beşdariya xwendekaran dest pê kir. Bi dehan xwendekar di atolyeyê de amade bûn. Nivîskar Rênas Jiyan jî di atolyeyê de li ser “Felsefe, bindestî û çirûskîzmê” axivî. Jiyan di axaftina xwe de bal kişand ku dewlet bi alavên îdeolojîk ziman, nasname, giyanê kurdan dorpêç kiriye û pêdiviya kurdan bi felsefeyeke ku çavkaniya xwe ji kurdan digre heye. Jiyan, destnîşan kir pêdiviya kurdan bi azadiyê heye û divê kurd ji bo azadiyê xwe biêşînin, lewre jiyan bi xwe êşandin e. Nivîskar Rênas Jiyan, da zanîn ku kurd, siyaseta kurdan bi termînolojiya serdestên xwe tevdigerin û wiha got: “Heke tu bi termonolojiya tevbigerî û felsefeya xwe bi xwe raman û hizra xwe ava nekî, wê çaxê tu dê tenê dubareya serdestên xwe bî. Ji bo azadiyê pêwîst e kurd termonolojiya xwe, têgehên xwe, kodên xwe yên zimanî bi kurdî ava bikin. Riya ku kurdan bibe azadiyê ev e.”

Jiyan, got kengê kurd zimanê xwe ji zimanê serdestên xwe veqetînin wê çaxê de hemû tiştên kurdan ji serdestên wan cuda bin û ev yek jî dê raman û hêza afirîneriya kurdan bi pêş bixe.

Atolye 4 heftiyan dê li ser hev bidome û di heftiyên pêş de mijarên cuda bêne nîqaşkirin.

Rudaw
Top