• Saturday, 29 June 2024
logo

Miftî fetwe da: Tecawiza wan bikin û bikujin

Gulan Media February 17, 2013 Hunerî
Miftî fetwe da: Tecawiza wan bikin û bikujin
Li Hîndistanê 3 keçên ciwan, komeke muzîkê a bi navê Pragaash (Ronahiya Ewil) avakirin. Îlahiyatzanê payebilind yê Kaşmîrî Bashiruddin Ehmed, fetwe da ku ev ne li gorî nirxên îslamê ye û li dijî wan kampanyaya lîncê da destpêkirin.

Koma muzîkê a bi navê Pragaash, ku ji 3 keçên ciwan yên ku hîn li lîseyê dixwînin pêk tê, li Hîndistanê, bi pêşengiya mirovekî olî bi tecawîz û kuştinê re têne tehdît kirin. Îlahiyatzanê Kaşmîrî Bashiruddin Ehmed, fetweyek di derheqê 3 keçên ciwan de da û diyar kir ku, ew koma muzkê ne li gorî nirxên îslamî ne.

Li ser vê fetweya mirovê olî, li ser hesabê facebooka 3 keçan, kampanya nefret û tehdîdan destpêkir. Piştî fetweya Bashiruddin Ehmed, kevneperestên li Hîndistanê bi awakî eşkere, li ser înternetê kampanya meşandin. Ji endamê koma muzîkê a Pragaash re dinivîsin ku, "em ê tecawiza we bikin û we bikujin."

Ji ber tehdîtan, keçên ciwan tirsiyan û konserên xwe betal kirin.

Siyasetmedarê Kaşmîrî Omah Ebdullah, piştgirî da koma muzîkê û got, "em rê nadine kevneperestan ku dengê we bibirin."

Avestakurd
Top