• Saturday, 29 June 2024
logo

‘Me destûr daye 20 kanalên kurdî’

Gulan Media February 14, 2013 Hunerî
‘Me destûr daye 20 kanalên kurdî’
Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê (RTUK) Davut Dursun diyar kir ku heta niha destûr dane 20 radyo û televizyonan bi kurdî weşanê bikin. Dursun wiha got: “Destûra 24 saetî ya hemûyan jî heye. Lê tenê televizyonekê kariye vê yekê serbêxe. Yên din jî 5-6 saetan weşanê dikin.”

Li gor rojnameya Yeni Şafak a Tirkiyê, serokê RTUK’ê Davut Dursun, got ku destûra weşana bi kurdî dane 20 kanalan. Dursun diyar kir ku ji 6 bajaran serlêdan nehatiye kirin, di nava wan de bajarê Şirnex ê bakurê Kurdistanê jî heye.

Derbarê hêjmara kanal û radyoyên bi kurdî weşanê dikin de jî Davut Dursun wiha got: “Me destûr weşana bi kurdî daye zêdetirî 20 TV û radyoyan. Tevî vê yekê jî kêm dezgehên lokalî hene ku weşanê bi ser bixin hene. Yên din jî tenê dikarin 5-6 saetan weşanê bikin.”

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê gelek radyo û televizyonên lokalî û sateletî hene ku bi kurdî waşanê dikin. Ji wan jî, Gun Radyo/TV, TRT-6, Denge TV, Deng TV, Dunya TV, Dijle TV, Radyoya Degişim, Radyoya 21, Radyoya Ozgur, Radyoya Ses, Radyoya Çagdaş û hwd...

Rudaw
Top