• Saturday, 29 June 2024
logo

Ewropa şanaziyê bi wî dike û Kurd wî nas nakin

Gulan Media February 12, 2013 Hunerî
Ewropa şanaziyê bi wî dike û Kurd wî nas nakin
Brûsk Zengene niha bi tenê ye û jiyana hevseriyê pêkneaniye, ew jî ne ji ber ku kesekê nabîne ku jê hez bike, yan rewşa wî ya aborî baş nebe, lê belê wek ew bi xwe dibêje, ji ber "bêhtir ji nîvê jiyana min di nav firoke û hotêlan de ye."

Berî em wî bibînin, ji xeynî Rûdawê wan kesan jî bendewariya wî dikirin ku şensê wan nebû ku bibin xwendekan li zanîngeha Yotobori li Swêdê, daku Brûsk Zengene waneyên taybet ji wan re bêje. Divabû Brûsk di heman şevê de ji Swêdê derketa û xwe bigihanda bajarê Zurich li Swîsreyê, ji ber ku diviyabû li zanîngeha wê jî waneyan bide.

Brûsk sala 1986ê ji dayik bûye, ew niha rêvebirê sê grûpên orkêstral ên sînfoniya û mamostayê keman û muzîka klasîk e. Wek alîkarê profesor jî li herdu zanîngehên Yotoborî li Swêdê û Zurich li Swîsreyê waneyan dide û bi dehan konsêrt li welatên wek Koreya, Holenda, Swîsre, Swêd û Almanyayê saz kirine. Ew niha di asta cîhanê de yek ji solîstên muzîka klasîk e.

Brûsk berdewam çenteyê rêvingiyê li milê wî ye û wek ew bi xwe dibêje heftane 3-4 caran dibe siwarê firokeyê. Tenê di dema 6 mehên çûyî de 70 geşt kiriye, bi mebesta pêkanîna konsêrtan û wanedanan li 18 zanîngehan. Ew bi ken dibêje "çar sal in ez bê mal im, nîvê jiyana min li hotêlê ye."

Dayika Brûsk li Mûsilê û bavê wî jî li Şîrazê mezin bûne, lê herdu bi eslê xwe xelkê Xaneqîn li Başûrê Kurdistanê ne. Brûsk jî li Almanyayê ji dayik bû û li Swêdê mezin bûye. Dema ku diaxive jî tu dibêjî ew xelkê Amedê ye. Her çendî Alman wek yekî Alman û Swêdî jî ew wek yekî Swêdî li Brûsk dinêrin, lê ew bi xwe herdem dibêje "sed ji sedî ez Kurd im."

Ji ber ku Brûsk bi rêya wan rojnameyên kurdî ku bi tîpên latînî li Ewropayê derdikevin fêrî kurdî bûye, baştir zaravê kurmanciya jorîn dizane, lê dîsa jî ew bêhtir bi ingilîzî û swêdî dipeyive.

Profesorekî muzîkê derbarê Brûsk Zengene de dibêje: "Ezmûna Zengene ji ezmûnên bijarte û kêmmînak e di dîroka nû ya muzîka cîhanê de û wek kemançejena mezin Sara Çeng e." Zanîngeha Yotoborî yek ji zanîngehên muzîkê yên navdar e û niha Brûsk li wir mamoste ye. Wî di sala 2003yê de li wê derê li ber destê mamosteyekî navdar ê amerîkî xwendiye.

Rudaw
Top