• Saturday, 29 June 2024
logo

Yekem teza bi zazakî nivîsand

Gulan Media February 11, 2013 Hunerî
Yekem teza bi zazakî nivîsand
Yekem xwendekara kurd ya ku teza wê ya bi zaravayê kurdî zazakî li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê bi awayekî fermî hat erêkirin, dixwaze ku kurdî li Tirkiyeyê bibe zimanê perwerdeyê.

Li Tirkiyeyê yekem car di asta akademîk a zanîngeheke fermî de tezek bi zaravayê kurdî zazakî hat qebûlkirin. Nadîre Guntaş Aldatmaz ku ev tez amade kiriye, derbarên hestên xwe ku yekem teza akademîk bi zaravayê zazakî amade kiriye, wiha got: “Wek tê zanîn zaravayê zazakî (dimilî) di ‘Atlasa Zimanên di bin Metirsiyê de’ di nav zimanên winda dibin de cih digire. Lewma jî nivîsandina bi vî zimanî, bi taybetî jî komkirin û nivîsandina materyalên zargotinî yên vî zimanî (bi pirranî berhemên wêjeya devkî), ji bo min gellekî girîng bû. Ev ji bo min peywirek bû. Min ev peywir ji bo ku zarokatiya xwe ji dest nedim girt ser xwe. Min beşeke girîng a barê li ser milê xwe danî. Gellek berhemên hêja yên bi zazakî hatine nivîsandin û gellek zargotin hene. Lê ji ber ku ev xebat di bin banê zanîngeheke fermî de hatiye kirin û li Tirkiyeyê ye, ev girîngtir e. Ji ber ku wekî îşareta bidawîbûna polîtîkaya pişaftinê ya salên dirêj berdewam kir xuya dike. Eger ev nêzikatiyên erênî berdewam bikin, piştî demeke ewê kurdî wekî zimanê perwerdehiyê cihê xwe bigire. Bi taybetî jî zaravaya zazakî wê ji metirsiya tinebûnê rizgar bibe.

Hîn derdor dixwazin ku zazakî wekî zimanek ji kurdî cuda nîşan bidin. Di vê bareyê de Nadîre Guntaş Aldatmaz dibêje: “Em hemû xwe wekî Kurd dibînin. Dema em bi zimanê xwe diaxivin, em dibêjin zaravayê kirmanckî/dimilkî/kirdkî/zazakî, lê dema em bi tirkî diaxivin em ji wan re dibêjin zimanê me kurdî ye. Ti kes nikare li hemberî daneyên piştraskirî yên zanistî bertekê nîşan bide. Îdiayên wekî ‘Zaza ne Kurd in’ jî, ji zanistiyê dûr in.

Rudaw
Top