• Saturday, 29 June 2024
logo

Fîlmê Hîsham Zaman li Swêdê xelat wergirt

Gulan Media February 10, 2013 Hunerî
Fîlmê Hîsham Zaman li Swêdê xelat wergirt
Fîlmê derhênerê kurd Fîlmê Hîsham yê bi navê ‘Before Snowfall’ li 32’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Goteborgê xelat wergiirt.

Juriya 32’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Goteborgê diyar kirin ku filmê bi navê Before Snowfall yê derhêner Hîsham Zaman hêjayî xelata mezin hatiye dîtin. Xelata ku Mîlyonek Kron girê dide, xwedî taybetiya xelata herî mezin a filman e.

Di film de ciwanekî 16 salî Şiyar ku ji Başûrê Kurdistanê ye û li xwişka xwe Nermînê digere. Malbatê xwestiye bi zorê Nermînê bê bizewicîne û ew jî ji malê reviyaye. Şiyar ji bo xwişka xwe bibîne û ceza bike diçe Tirkiyeyê, Almanyayê û Norwecê . Fîlm tiştên ku di rê de tên serê Şiyar vedibêje.

Rudaw
Top