• Saturday, 29 June 2024
logo

Koma Henane Konsertek li Rosya Pêşkêş Dikin

Gulan Media February 7, 2013 Hunerî
Koma Henane Konsertek li Rosya Pêşkêş Dikin
Koma mûzîkê ya Henane bi serperştiya Kameran Hîmet Pûr û bi dengê Sîrûs Melekî li bajarên Mosko û Tataristana welatê Rûsiya, konsertên Tenbûr û Goraniyên Kurdî pêşkêş Dike.

Serperştiyarê koma Henane Kameran Hîmet Pûr bo ajansa Peyamnêr ragihand: Me biryare, di rojên 6 heta 12 vê heyvê, li bajarên Mosko û Tataristana welatê Rûsiya, konsertên mûzîka tenbûr û sitranên Kurdî saz bikin.

Weha jî da zanîn kû: dê ev konsert li ser dû beşan werin sazdan û dê hevtiyekî dirêj bike, beşa yekemînê van konsertan dê taybet be bi mûzîka resena amêra Tenbûrê, kû tê de çendîn berhemên ji awazdaneriya min tên pêşkêş kirin û beşa dûyemîn jî taybet dibe bi mûzîkên navçeyên cûr be cûrên Îran û Kurdistanê, wekî din têde çendîn goranî, parçemûzîkên navçeyên Kurdistan, Kirmaşan, Azirbeycan, Xorasan û Bîrcend tê pêşkêş kirin.

Endamên koma mûzîkê Henane pêktên ji : Kameran Hêmet Pûr – serpereştiyarê komê û awazdaner û jeniyarê tenbûr û sêtar, Hesen Xudayî – jenyarê Kemençe, Nasir Kawe- Jenyarê Ûd -dîwan û Tenbûr, Ferîd Qasimî- jenyarê def û dehol û zerb û Sîrûs Melekî sitranbêj.

Koma Henane heta weke niha li welatên Hindistan, Turkiye, Birîtaniye, Almaniya, Çîk, Îmarat û çendîn welatên din konsert pêşkêş kirine.
Top