Bi navê Medarat Kurd malpereke nû vebû
![Bi navê Medarat Kurd malpereke nû vebû](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8878878777878.jpg )
Malpera Medarat Kurd ji bo lêkolînên kurdî bi zimanê erebî weşanê dike.
Li gora nûçeyeke malpera Avesta Arabî, ev malper wê giraniyê bide ser dîrok, lêkolîn û danasîna kesayetî û zanayên Kurd.
Her wiha ewê bibe pirek di navbera gelên Sûriyê de.
Di redaksyona malperê de Muhsin Seyda, Ehmed Hesen, Hemed Elî Ahmed û Xiyas Hisên cih digirin.
Her wiha encumena rawêjkariyê ji bo Dr. Mislim Talas, Mihemed Abdulcelîl, Jan Dost û Salih Kobanî pêk tê.
Webmasterê malperê Amed Kino ye.
Malper hêjayî şopandin û ziyaretkirinê ye.
http://medaratkurd.com
Avestakurd