• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Duhokê Taybet Radio Bo Agehdariya Ajovanan Vedibe

Gulan Media January 28, 2013 Hunerî
Li Duhokê Taybet Radio Bo Agehdariya Ajovanan Vedibe
Rêvebertiya giştiya hatin û çûnê li parêzgeha Duhokê hemû amadekariyên vekirina Radio Tirafîk pêkanîne kû dê hemû amojgarî û hişyariyên yasayî û pêwîst bo ajovanan weşan bike.

Berpirsê ragihandina hatin û çûna parêzgeha Duhokê Azad Teha bo ajansa Peyamnêr ragihand: Hatin û çûna parêgeha Duhokê berheviyeke mezin kiriye bo vekirina ``Radio Tirafîk`` kû dê seranserî parêzgehê û deverên herêmê dê bi xwe ve bigrêt.

Piraniya bernameyên wê Radio yê dê bi derbarê tirafîk û rênimayên hatin û çûnê ji bo hişiyariya hizra yasayî di nava ajovaniyê de pêş bixe.

Azad Teha weha jî da zanîn kû: di hilkefta ahengên netewî de, kû dê bi rêka Radio Tirafîk tevgerên rê û rewşên agehdariyê werin pêşxistin da kû bo ajovanan rêyên çûn û hatinê bi hesanî aram û asayî bi rêve biçe, bi mebesta kû jiyan û samanên hemwelatiyan ji bûyerên tirafîkê bêne parastin.

Derbarê bernameyên wê de got kû; dê ji bilî bernameyên tirafîkê, bernameyên xweşiyê, sitran, dîdar û boçûnên ajovanan têde bêne weşandin û ragihandin û got kû me bi fermî mohleta vekirina wê ji xwezareta navxweyê wergirtiye û ev dê bibe yekemîn Radio li seranserî Herêma Kurdistanê kû di biwarê Tirafîkê de weşanê bike.
Top