• Saturday, 29 June 2024
logo

‘Ez dixwazim li Başûr Weqfa Şivan Perwer vekim’

Gulan Media January 26, 2013 Hunerî
‘Ez dixwazim li Başûr Weqfa Şivan Perwer vekim’
Şivan Perwer, çiqasî stranbêj be, ewqasî jî weke siyasetmedarekî tê hesabkirin. Şivan qala proseya gotûbêjên niha li Tirkiyeyê dike û dibêje: “Ger Erdogan li ser vê proseyê berdewam be û min nekin madeyeke siyasî, piştgirî didim û yekser diçim Tirkiyeyê.” Şivan Perwer hefteya borî li bajarê Hewlêrê li gel hemşeriyê xwe Îbrahîm Tatlises rûnişt, lê ev çend sal in hevdu nedîtibûn. Perwer bi rêya Rûdawê eşkere dike ku bi niyet e li Herêma Kurdistanê weqfeke çandî bi navê Şivan Perwer veke.

‘Ger mirov proseyeke bike qurbaniya teqîn û plangeriyan, wê çaxê niyeteke rast û pak a aştiyê nîne’

Rûdaw: Pêvajoya gotûbêjan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê dest pê kir. Bi dîtina te cudahiya vê pêvajoyê li gel yên din çi ye?

Şivan Perwer: Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme, mirovekî pirr ruhsivik bû. Pirr ji Kurdan hez dikir. Wî gellek caran deriyê dilê xwe ji bo gelên hewcedarî azadiyê vedikir. Kesên şerxwaz Palme kuştin, lê gelê Swêdê ewqasî fêrî demokrasiyê bûye ku got hûn kê dikujin bikujin, lê em qet ji demokrasiyê nayên xwar. Gava proseyek dest pê dike, teqîn û plangerî zêde dibin, ji ber ew kesên ku aştiyê naxwazin ne kêm in. Ger mirov proseyeke bike qurbaniya teqîn û plangeriyan, wê çaxê niyeteke rast û pak a aştiyê nîne. Lê pêwîst e prose heta dawî here û nebe qurbaniya teqînekê du teqînan. Ger niyeta pak hebe, ev qonax pirr bi başî diçe. Lê ger têk çû, divê em baş bizanin ku niyet ne pak e.

Helwesta te çawa ye ji bo vê pêvajoyê?

Serokwezîr proseya vebûnê ragihand, lê pêwist e pêngavên xwe berdewam bike. Ger berdewam bike, ezê jî piştgiriya wî bikim. Ji destpêkê ve jî min piştgirî kir. Di rapirsî û hilbijartinan de min piştgirî kir. Li ser vê yekê jî bizava kurd li dijî min derket û gotin tu çi dikî!

Ji bo serkeftina vê proseyê daxwaza te ji Tirkiyê û PKKê çi ye?

Pêwîst e PKK di vî alî de nerm be. Bawer im PKK piştgiriya vê qonaxê dike. Li gel çend endamên PKKê axivîme, hemû dibêjin prose baş e. PKK dibêje ger niyeta wan baş be, em ji bo her tiştî vekirî ne.

‘Pêwist e li gel PKK rûnin û di hemû deman de PKK weke terorsît nebînin’

Gelo ew dem hatiye piştgiriya wan bê kirin?

Ger niyeta wan baş be, piştgiriya wan dikim. Ev prose nû dest pê kiriye û wê pirr girîng dibînim. Pêwist e li gel PKK rûnin û di hemû deman de PKK weke terorsît nebînin. Ew gerîla ne û rasterast şer li gel artêşê dikin. Ew bizaveke milyon kesî ne. Li ser navê miletekî şer dikin. Gava dest bi vebûnê kir, divê guh nede MHP û CHPê, ji ber ku wan Tirkiyeyê gihandin roja îro. Rêbaza MHP û CHPê ev anîn serê Kurdan û gelê Tirkiyeyê kirin nijadpererst.

Ger ji bo aştiyê rolekê bispêrin te û bixwazin tu vegerî Tirkiyeyê, tê vegerî?

Ger niyeta wan pak be û min nekin madeyeke siyasî, yekser diçim Tirkiyeyê. Diçim ji hemû neteweyan re stranan dibêjim. Banga biratî û aştiyê arasteya hemû gelan dikim. Çawa rêza Kurdan digirim, bi heman awayî rêza Tirkan jî digirim.

‘Di heyama zarokatiyê de min û Îbrahîm hevdu didît’

Piştî gellek salan te Tatlises dît, ew hevdîtin bi rasthatin bû yan plankirî bû?

Ez û Tatlises ji Rihayê ne. Di heyama zarokatiyê de min û Îbrahîm hevdu didît. Ew kurekî hejar bû, av û dendik difirotin. Pirr zehmetkêş bû. Barê giran ê malbata wî di stuyê wî de bû û tenê bi kar ve mijûl bû. Ger bala we kişandibe, di bernameyên televizyonê de gava behsa wan bîranînan dike, digirî. Wî zehmetiyeke mezin kişandiye, lê ne mirovekî xwedî îdeolojî û siyaset e. Dikare stranan bêje, lê nikare siyasetê bike. Mirovê ku dixwaze guherînan bike, divê bizane siyasetê bike. Wê demê Rewşa Rihayê li xweşa min nediçû. Xelkê dabû dû zikê xwe. Tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê nebû. Lê digel vê yekê jî Îbrahîm bi zehmetkêşî, li ber xwe da û hunermendekî baş jê derket. Bi tirkî stran gotin û xelkê jê hez kir. Ewqas salan riya min û Îbrahîm berevajî hevdu bû. Min dixwest muzîkê ji bo doza miletê xwe bikar bînim, ne ji bo peydakirina pereyan. Lê Îbrahîm ji bo peydakirina pereyan tê vir.

Îbrahîm gava te dît çi got?

Wê rojê hevalan telefona min kirin, gotin Îbrahîm dixwaze te bibîne. Min jî got ser çavan, kengî Îbrahîm bixwaze wî dibînim. Berê, min dixwest Îbrahîm bibînim. Ew direviya. Ditirsiya, digot Şivan mehkûm e. Ger wî bibînim, wê dewlet çi bîne serê min. Îro ew tirsa wî şikestiye. Got pir spasiya te dikim, te tiştên baş afirandin, tu herdem delalê me bûyî, lê kêşe hebûn, lewma em ji ber te direviyan. Li rastiyan mikur hat. Dîtin bi rasthatin bû, lê tiştekî baş bû û deng da.

Te çi jê re got?

Min tiştekî taybet jê re negot. Me danûstandineke asayî kir. Îbrahîm ketibû ber êrîşek û gule lê dabûn. Lewma rê nebû ku behsa siyasetê pê re bikim. Me got pêwîst e Tirkiye xwe biguhere. Me got hevdîtina me divê bibe destpêka hevdîtina hemû hunermendan. Me got Kak Mesûd Barzanî di vî alî de pir kêfxweş e, dixwaze piştgiriya aştiyê bike. Min jê re got birêz Erdogan jî di vî alî de xwedî insyatîf e, lê hêvîdar im dawî li wî şerî bîne.

Nivîskarê liberal ê tirk Murad Belge dibêje: “Ger Şivan, Pavoroti be, dikare were Tirkiyeyê”, tu çi jê re dibêje?

Carekê gotin were Tirkiyeyê, min got ger bêm û herim Wan, Mêrdîn, Trabzon û Samsun konsêran saz bikim, pirr bi matmayîn li vê daxwaza min mêze kirin. Pavoroti, Michel Jackson, Sten, Madonna, kes nemaye neyê Tirkiyeyê û konsêran saz neke. Çima guhdariya wan dikin û ya min nakin? Şerm e şerm! Murat Belge di vî alî de got ger tu Pavaroti bî, emê te guhdar bikin. Ango dibêje ji ber ku tu Kurd î em nikarin guhdariya te bikin.

‘Ez Rûdawê rexne dikim, tenê gava bûyereke nexweş hebe serdana min dike’

Piştî veqetîneke dirêj, te bi du albûman dest bi karê xwe yê hunerî kir, ji ber çi berhemên te yên hunerî kêm in?

Hinek tişt hene haya we ji wan nîne. Hunermendên navdar ên neteweyên din li kû derê karekî hunerî bikin, yekser rojnameyên wan neteweyan wê nûçeyê belav dikin. Ez Rûdawê rexne dikim, tenê gava bûyereke nexweş hebe serdana min dike. Ji min dipirsin çima wiha bûye. Rojekê weke camêran hûn nehatin û negot Şivan Perwer tu mamosteyekî me yî, te xizmet kiriye, emê hevpeyvînekê berfireh bi te re bikin.

Te bi stranên niştimanî navdarî peyde kir, lê carna tu stranên evînê jî dibêjî. Çima?

Tu çiqasî ji bo şoreşê şer bikî, hezkirin li jiyanê xilas nabe. Di vî alî de çanda klasîkî ya kurdî diyar e. Binêre “Xezal” çiqas xweş e. Mirov hene min rexne dikin, dibêjin tu herdem karên siyasî dikî, lê tu hunera klasîkî ya kurdî ji bîr dikî. Dixwazim hunera klasîkî zêdetir bibe, heyran û stranên me yên evînê hebin.

Tu li Herêma Kurdistanê jî dixwazî karekî bikî?

Pêwîst e li vir dezgeheke ava bikim û xizmetekê bikim. Li gel Kak Nêçîrvan axivîme, di plana min de ye navendeke çandî bi navê Weqfa Şivan Perwer vekim.

Hûn di damezrandina kanala Kurd 1 de beşdar bûn, di rêveberiya wê de bûn jî, lê ew kanal hat girtin. Çima?

Ne di nav her tiştî de bûm, lê min piştevaniya wê dikir. Hevalekî bi pereyên zêde piştgiriya wê kir û got ji sedî 10-15 li ser navê te dinivîsim, pêwîst e tu jî piştgiriya wê bikî. Wiha hat xuyakirin ku kanala min e. Lê kar nedihatin ber destê min. Xerciyên wê zêde bûn. Bi kurtî ji ber pirsgirêkên diravî hat girtin. Ger piştgiriya wê bê kirin wê vebe. Her tişt amade ye, lê dibe ku ne bi navê kurd 1 be.

Sakîne Cansiz bibû dayîka Kurdan

Min Sakîne ji nêzîk ve nas dikir. Gelek caran pê re rûniştibûm. Jineke pirr hêja bû. Hinek kesan ew dişibandin Roza Luxemburg. Ev rast e, 10-12 salan li zindanê hat îşkencekirin, lê poşman nebû. Her demê ji kurdan re kar dikir, bûbû diya Kurdan. Ew kesên ku ji aştiyê hez nakin hersê jin kuştin. Heke na Sakîne ti wextî ziyan negihandiye ti kesî. Ev dosye nayê girtin, hesab tê xwestin. Piştrast im kujer kî bin jî, wê bên eşkerekirin. Pêwîst e mirov bizane ji kû hatiye û diçe kû. Dibêjin girêdayî hesabên nav PKKê ye, nexêr ne wisa ye, gellek caran navbera min û PKê nexweş bûye, lê rojekê PKKê nehatiye û gef li min nexwariye û xweş nekirine. PKK di van salên dawî de dev ji vê yekê berdaye. Nemaze kesên mîna Sakîne, Fîdan û Leyla pirr dilsoz bûn. Nabe mirov wan bikuje. Destê Kurd naçe xwîna wan, an dewleta kûr (Îran-Tirkiyê, Sûriyê û Rûsya) yan mafya ye ku xizmeta dewletên din dike.

Rudaw
Top