• Saturday, 29 June 2024
logo

Şakîra jî bo dayîk

Gulan Media January 23, 2013 Hunerî
Şakîra jî bo dayîk
Li gor malpera Sports ku nûçeyên yaneya Katalonî belav kiriye ku, hunermenda bi navûdeng a Amerîkî Şakîra û hevjîna wê lîstikvanê topa pê yê Îspanî û stêkê yaneya Berşelona Gîrar Bêkê zarokekî wan çêbûye.

Stêrka Kolombî Şakîra li ser malpera xwe ya fermî nûçeya ducaniya xwe ji hezkiriyê xwe Bêkê ragihand û dabû zanîn ku ew li hêviya jidayîkbûna wî ye.

Şalîra wê demê weha nivîsîbû, “Hûn dizanin ku ez û hezkiriyê xwe bêkê jiyaneke xweş bihevrta dijîn û a niha jî em li hêviya jidayîkbûna zarokê xwe ê yekmînin û me biryar da ku em hemû karên xwe bihêlin û xwe jib o vê kêlîkê vala bikin.

Hêjayî gotinê ye ku zarokê bêkê piştî du heyvan jidayîkbûna zarokê hevalê wî yê li Berşelonayê Liyonêl Mêsî yê bi navê “Tiyago” hatiye.”

Xendan
Top