• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Amedê duyemîn hêlîna zarokan a bi kurdî vebû

Gulan Media January 22, 2013 Hunerî
Li Amedê duyemîn hêlîna zarokan a bi kurdî vebû
Li Amedê di bin banê saziya jinan de hêlîna duyemîn a zarokan hate vekirin. Di vê hêlînê de ji leystikê heta stranan, ji dersan heta çîrokan hemû ziman bi kurdî ye.

Şaredariya Sûrê ya Amedê, di bin banê Navenda Piştgiriya Jinan de, li Taxa Hasirliyê duyemîn hêlîna zarokan a bi kurdî vekir. Hêlîna zarokan dest bi xizmetê kir jî. Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, diyar kir zarok bi zimanê xwe yê dayikê ji dibistanên re tên amadekirin û perwerdehiya li vê hêlînê bi temamî bi awayeke zanyarî û pedagojîk tê dayîn. Demîrbaş, destnîşan kir ew ji hêlînan heta zanîngehê ji bo hemû kesî perwerdehiya zikmakî pêşniyar dikin û wiha axivî: “Zimanê dayikê hem maf e û hem jî rastiyek e. Divê Tirkiye dev ji gotinên yek ziman, yek neteweyê berde û zimanên cuda, nasnameyên cuda jî qebûl bike.”

‘Bila şaredarî perwerdehiyê bide’

Şaredarê Sûrê Demîrbaş, da zanîn ew dixwazin perwerdehî bi temamî di bin banê şaredariyan de bê dayîn û ev hemû raye derbasî şaredariyan be. Demîrbaş, sedema vê pêşniyarê wiha vegot: “Divê perwerdehiyê dewrî rêveberiyên herêmî bikin. Şaredarî jî pêwîst e perwerdehiya pirzimanî bidin. Ev yek dê welat xurt bike û pêkve jiyanê bi xwe re bîne. Ger ev model bê qebûlkirin dê Tirkiye li Rojhilata Navîn bibe welatekî girîng û sereke.”

Demîrbaş, got wan hêlînên zarokan li ser feraseta pirzimaniyê vekiriye û ew di van hêlînan de ji stranan heta lîstikan ji çîrokan heta perwerdehiyê hemû tiştî bi kurdî didin. Di hêlînê de çîrok û çîrvanok, metalok jî tên hînkirin.

Rudaw
Top