• Saturday, 29 June 2024
logo

Îbrahîm giriya û got te baş kir

Gulan Media January 21, 2013 Hunerî
Îbrahîm giriya û got te baş kir
Hunermend Şivan Perwer got ku Tatlises xwest ligel min rûne û min jî got ser çavan.

Hunermend Şivan Perwer di hevpeyvînek ligel Rûdawê de behsa hevdîtina xwe ya heftiya borî ya ligel hevsoz û hevalê xwe yê zarokatiyê Îbrahîm Tatlises dike. Perwer diyar kir ku dema Îbrahîm ez dîtim; “Girî û bi hesret bû. Got, ez gelek spasiya te dikim û te tiştên baş derxistin.”

Şivan Perwer di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Di demên borî de min di xwest Îbrahîm bibînim. Ew direviya. Di tirsiya, di got, Şivan mehkûm e. Dema dît ku dewlet çi têne serê min.”

Şivan Perwer derbarê zarokatiya Tatlises de jî gelek tişt got, wekî wê yekê ye ku “Av û çerez di firot.” Şivan Perwer diyar kir ku wî di azadiya ku niha li Kurdistanê heye de zehmetî dîtiye, lê Îbrahîm hatiye û li vê derê bazirganiyê dike.
Top