• Saturday, 29 June 2024
logo

Sezen Aksu li ber stranên Xêro giriya

Gulan Media January 10, 2013 Hunerî
Sezen Aksu li ber stranên Xêro giriya
Hunermendê Kurd yê navdar, Xêro Abbas li Tikriyê roj bi roj di medyayê de deng dide û hunera kurdî, bi dengê xwe yê xweş digihîne raya giştî ya Tirk.

Berî çend rojan Xêro Abbas mêvanê programeke televîzyona Haber Turk bû, ev televîzyon niha yek ji televîzyonên herî mezine li Tirkiyê, Xêro li wir 4 stran bi kurdî gotin.

Berî du rojan jî konserteke taybetî pêşkêşî hunermendên Kurd û Tirk kir.

Di konserta Xêro Abbas de ku li Istanbulê li MIX derkete ser sehneyê.

Konserta taybetî ji aliyê resam Ahmet Güneştekin û xwediyê Komak Holding Sezgin Baran ve hate amadekirin.

Di konsertê de hunermenda Tirkiyê ya bi nav û deng Sezen Aksu jî mêvan amade bû.

Sezen Aksu li ser stranên Xêro Abbas giriya.

Her wiha hunermendên weke Yavuz Bingul, Uğur Yücel, Mert Fırat, Belçim Erdoğan, Derya Köroğlu û gelekên din amade bûn.

Di konsertên, Xêro bi dengê xwe yê xweş gelek stranên ku kêfa beşdaran jêre hat gotin.

Avestakurd
Top