• Saturday, 29 June 2024
logo

Xêro Abbas cara ewil li ser ekranên Tirkiyê bû

Gulan Media January 7, 2013 Hunerî
Xêro Abbas cara ewil li ser ekranên Tirkiyê bû
Hunermendê Kurd Xêro Abbas, bû mêvanê bernameya kanala Haberturkê a bi navê "Rewşa Welêt - Memleket Halî". Xêro Abbas stranên xwe yên wek "Xerîbo", "Hêvî û Evîn", "Westîyabû", Kezî Zerê" xwendin.

Hunermendê Kurd Xêro Abbas, cara ewil beşdarî bernameya televizyoneke Tirkiyê bû û bi Kurdî stranên xwe gotin.

Kanala Haberturkê di bernameya xwe de a ku Balçîçîk Îlter pêşkêş dikir, Xêro Abbas di weşana zindî de kire mêvan.

Ligel Xêro Abbas, hunermendên navdar Yavuz Bingol, Hayko Cepkin, suretvan Ahmet Guneştekîn, lîstikvan û nivîskar Pelîn Batu jî di bernameya bi navê "Rewşa Welêt - Memleket Halî" de cih girtin.


Xêro Abbas di bernameya zindî de stranên wek, Xerîbo, Hêvî û Evîn, Westiyabû, Kezî Zerê xwendin. Ji aliyê kesên studyoyê ve û bi taybet jî ji aliyê temaşevanên bernameyê ve gellekî hate ecibandin. Temaşevanan gellek peyam ji bo Xêro Abbas şandin û kêfxweşiyên xwe anîne ziman.

Avestakurd
Top