• Saturday, 29 June 2024
logo

“Werzê Kerkedan” li Tirkiyê ye

Gulan Media January 6, 2013 Hunerî
“Werzê Kerkedan” li Tirkiyê ye
Fîlma sinemaî a "Werzî Kerkeden” li derhênana Sinemakarê Kurd Behmen Qubadî li 86 bajarên cûr bi cûr ên Tirkiyê hatiye nimayîş kirin.

Werza Kerkeden ku berhema hevpar a herêma Kurdistan û dewleta Turkiyê ye û derhênerê navdar ê sinemaya cîhanê ” Martîn Îskor Sizî” ev fîlme bi bîneran da nasandin û piştî nîşandan li welatê Tirkiyê li sinemayên hemû cîhanê dê were nimayîşkirin.

Hin ji rexne girên Turik piştî ditina fîlma "Werzê Kerkeden" ,gotine ku fîlma han Êranî niye, serbarê vê hindê Behmen Qubadî berê jî gotibû ku fîlmên min ji hest û sozên min tên çêkirin û ji ber vê yekê ez fîlmên Êranî çênakim û tenê fîlmekê çêdikim ku li rêza fîlmên Kurdî de be.

Fîlma “Werzê Kerkedan”ê di nimayîşkirina wê li 86 sînemayên bajarên Tirkiyê eleqeyekî mezin ji aliyê xelkê ve û her weha ji aliyê hunermend û çapemeniya Tirkî ve hate nîşandan û bandorekî xwe ya berfereh hebûye.

"Werzê Kerkeden" li dawîn pişikdarbûna xwe a navneteweyî bi amadebûna ektera bi nav û deng a sînemaya cîhanê “Monika Boloçî”li pişka derve a 12 hemîn fistîvala navneteweyî a fîlmên Mexrib,ê hat nîşan dan.

Xendan
Top