• Saturday, 29 June 2024
logo

‘Ji bo dozê li TRT-6’ê veke dikarim arîkariya Çopî bikim’

Gulan Media December 22, 2012 Hunerî
‘Ji bo dozê li TRT-6’ê veke dikarim arîkariya Çopî bikim’
Hunermenda kurd Çopî Feteh heftiya borî ji Rûdawê re diyar kir ku ji ber TRT-6’ê bêyî ji wê pirs bikin straneke wê belav kiriye, wê dozê li wê kanalê veke. Parêzerekî kurd ê ji bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir ku ez dikarim di vî warî de arîkariya Çopî bikim û dozê li TRT-6’ê vekim.

Hunermend Çopî Feteh di hêjmara 238 a rojnameya Rûdawê çapa Kurdistanê de destnîşan kir ku ew naxwaze berhemên wê di TRT-6’ê de bên weşandin,lê vê kanalê klîpeke wê weşand. Çopî di vê derbarê de ji Rûdawê re wiha got: “Ez ti carî rê nadim kanaleke wiha klîpên min biweşîne.” Çopî bilêv kir ku TRT-6’ê çend caran daxwaz ji wê kiriye ku bibe pêşkêşkara bernameyeke vê televizyonê, "Lê ez razî nebûme û ti caran razî jî nabim."

Çopî ragihand ku niha dixwaze li gor yasayê bi TRT-6’ê re tevbigere û wiha got: "Her dema parêzerekî kurd li Bakurê Kurdistanê amadeyî nîşan da ku li dadgehê piştevaniya min bike, ezê sipasiya wî bikim."

Li ser daxuyaniyên hunermend Çopî, parêzerê ji bakurê Kurdistanê yê baroya Enqereyê Medenî Ayhan ji Rûdawê re wiha got: “Ger Çopî dozê li TRT-6’ê veke û arîkariyê ji parezerên Kurdistana Bakûr dixwaze, ez dikarim ligel bibim arîkar.”

Parêzer Ayhan desnîşan kir ku parêzer dikarin parastina Çopî bikin û nehêlin carekî din klîpên wê di TRT-6’ê de bên belav kirin û got: “Parêzer dikarin li dadgehê doza tezmînata pereyan li TRT-6’ê vekin.”

Li ser pirsa ‘Ji bo hunermend Çopî dozê li TRT 6ê veke, divê serî li kîjan rêyan bide?’ Medenî Ayhan wiha got: “Wê ji noter (dadnûs) an jî konsolxaneya Tirkiyê wekaletnameyekê ji parêzerekê re derxîne. Klîpa wê di kîjan roj, saet, bername û kîjan klîpa wê hatiye belav kirin wê bêje. Wê mesrefa dadgehê razîne, tiştên din jî wê parêzer bi xwe bike.

Parêzerê kurd ê bi eslê xwe ji navçeya Nisêrbîn a Mêrdînê û niha li Enqereyê parêzertiyê dike, ragihand ku Çopî dikare li Dadgeha Asliye Hiqûq a Enqereyê dozê veke û wiha pêdeçû: “Piştî ji vir biryar derket, wê biryar li dadgeha Tirkiyê bê naskirin û pejirandin. Di hiqûqê de ji wê yekê re dibêjin, tenfîza biryarê.”

Parêzer Medenî Ayhan destnîşan kir ku ew tenê li ser navê xwe diaxive û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ger Çopî bixwaze li dadgehê dozê veke, ez dikarim arîkariya wê bikim. Ji bo dozekê pêwîstî bi artêşeke parêzeran nake. Lê piştî wekalet da parêzerekî, ew dikare hinek parêzerên din jî beşdarî dozê bike.”

Rudaw
Top