• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Wanê Mîhrîcana Fîlman dest pê kir

Gulan Media December 18, 2012 Hunerî
Li Wanê Mîhrîcana Fîlman dest pê kir
Li Wanê 1'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Wan Golu ya ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Bajar û Komeleya Sînema û Barişê ve hate organîzekirin, dest pê kir.

Li Wanê 1'yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Wan Golu ya ku ji aliyê Komeleya Candê ya Bajar û Komeleya Sînema û Barişê ve tê organîzekirin, li Şanoya Dewletê ya Wanê bi kokteylek dest pê kir. Ligel Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur, gelek welatî tevlî vekirina mîhrîcanê bûn. Eleqeya li hemberî mihrîcanê kêm bû û kesên mîhrîcan organîze dikin jî, diyar kirin ku tu kesî piştgirî nedaye wan. Koordînatorê Giştî yê Mîhrîcanê Bager Oguz Oktay, diyar kir ku 6 meh berê dest bi xebatan kirine û hewcehiya gel bi xebatên hûnerê heye. Oktay, bal kişand ser pirsgirêkên dijîn û ji Wezareta Turîzm û Candê, Walîtiya Wanê û Şaredariya Wanê piştgirî negirtine. Oktay, anî ziman ku bi hevalên xwe re vekirina mîhrîcanê kirin û divê hemû kes xwedî li hewcehiyên çandê yên wisa derbikevin. Oktay, da zanîn ku li Wanê xebatên çand û hûnerê di nava xitimandinekê de ne û ji 2 sînemayên li Wanê, dê yek di meha adarê de bê girtin. Hîndekarê Zanîngeha Aydinê yê Beşa Sînemayê Korkut Akin jî wiha got: "Min li Wanê gelek xweşikbûn dîtin yek ji wan jî weke gulîzarê nebû." Akin, diyar kir ku li vir "Gulîzar", lê xweşikbûnên Wanê baş nehatine nirxandin û divê hûner tunê qada jiyanê ya jor eleqedar neke.

Piştî axaftinan, fîlma Derhêner Seyfî Teoman ê ku di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, ya bi navê "Bîzîm bûyûk çaresîzlîgîmîz (Neçariya me ya mezin)" hate pêşandan. Mîhrîcan dê 4 rojan berdewam bike û ligel pêşandana fîlman, dê semîner jî bên lidarxistin.

Rudaw
Top