• Saturday, 29 June 2024
logo

Daf dest bi tûrneya Kurdistanê dike

Gulan Media December 15, 2012 Hunerî
Daf dest bi tûrneya Kurdistanê dike
Teatra Avesta bi lîstika xwe ya Daf, vê mehê li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê derdikeve tûrneyê. Lîstik li Mêrdînê dest pê dike û li Wanê diqede.

Li gorî agahiyên ku nivîskarê lîstika Daf û şanoger Aydin Orak da, lîstik dê cara pêşîn di 21’ê berfanbarê de, saet di 15.00’an de li Zanîngeha Artukluya Mêrdînê derkeve pêşberî şanohezan. Lîstik di 23’ê berfanbarê de jî dê saet di 19.00’an de li Qosera Mêrdînê, li Salona Tenduristiya Dê û Zarokan derkeve ser dikê. Heman lîstik di 24’ê berfanbarê de saet di 19.00’an de li Şanogeha Bajarê Mezin a Amedê dê bê pêşkêşkirin. Lîstika Teatra Avesta ku navenda wan li Stenbolê ye, dê di 26’ê berfanbarê de li Salona Yilmaz Guney a Batmanê, di 29’ê berfanbarê de li Salona Kutlu Aktaş a Bazîda Agiriyê, li Bazarcixa Qersê, Îdir û Wanê jî derkeve tûrneyê.

Naveroka lîstikê

Lîstik ji aliyê Aydin Orak ve hatiye nivîsandin. Di lîstika Daf de bêwateyiya sînorên di navbera gelan de tê vegotin. Di navenda heman gelî de 2 sînor hatiye danîn û ev sînor ji aliyê du leşkeran ve tê parastin. Leşkerên notirvan ku ji bo parastina sînoran dafan vedidin, nizanin di hişê wan de dafên kûrtir hatine vedan.

Rudaw
Top